Yek jê jin du kes hatin binçavkirin 2024-07-16 19:01:36     ŞIRNEX - Leşkeran avêt ser gundê Firfelê yê Hezexê û di serdegirtina malê de Fatma û Abdullah Gul ên hevjînên hev hatin binçavkirin.   Leşker avêt ser gundê Firfelê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve û bi ser mala Fatma û Abdullah Gul ên hevjînên hev ve girtin. Li malê lêgerîn pêk hat û piştre Fatma û Abdullah Gul hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku wan birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê.