Zarokên lîstik dilîstin hatin binçavkirin 2024-07-15 18:56:58   ŞIRNEX - Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîrê ve 4 zarok hatin binçavkirin.   Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîra Şirnexê ve zarokên bi navê Z.R. (9), D.R. (10), R.R. û M. R. (10) dema ku li qada mesîreyê dilîstin bi hinceta ku saetên avê jêkirine ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û wan li wesayita zirxî siwar kirin e. Hate zanîn ku dê îfadeyên zarokan li qereqolê bên girtin.