Li Îranê di şeş mehan de 10 jin hatine darvekirin 2024-07-14 15:10:17       NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên li ser jinan berdewame. Li gor amarên nefermî, di nava şeş mehên borî de rejîma Îranê 10 jinan bidarvekiriye.   Li gor amarên nefermî yên ajansên navxwe yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di şeş mehên borî de di girtîgehên cûda yên Îranê de 10 jin hatine darvekirin.    Li gor heman çavkaniyan, 4 ji wan jinan bi tometa kuştina bi zanebûn, 6 jin jî bi tometa karanîn û bazirganiya madeyên hişber cezayê darvekirinê bi ser wan de hatine bicihanîn.