Ji 14'ê Tîrmehê ber bi 19'ê Tîrmehê ve 2024-07-14 09:05:12       KOBANÊ - Şoreşa Rojava 12 sal li pey xwe hişt, Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêza xwe ji berxwedana 14’ê Tîrmehê digire û got: "Jinên kurd bi pêşengtî, îradeya xwe çawa DAIŞ têk bîr, îro jî li dijî faşîzme Dewleta Tirk xwe birêxistin dikin."   Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de li Kobanê bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, ket sala 12'yan. Şoreşa Rojava ku hêviya gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye, weke Şoreşa Jinê jî tê binavkirin. Ji 19'ê Tîrmeha 2012'yan û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hatiye avakirin û ev jiyan ji hemû gelên cîhanê re alternatîfek pêşkêş dike.   Şoreşa Rojava, şoreşa 19’ê Tîrmehê, Şoreşa Jinê… Gelan cara yekemîn belkî jî evqas Gelê Kurd jinên kurd nas kirin bihistin. Bûn şahidê berxwedana bi rûmet.    Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn ji ajansa me re axivî û bal kişand ser temsiliyet, rol û mîsyona jinan a beriya şoreşê û piştî şoreşê.   Ji 14'ê Tîrmehê ber bi 19'ê Tîrmehê ve   Macîde, diyar kir jixwe Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê tê naskirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Girîngî û wateya şoreşa 19’ê Tîrmehê heye û her wiha em niha di meha tîrmehê de nin. 14’ê Tîrmehê ji bo me watedar e, di vê dîrokê de berxwedana zindanan heye. Em di şexsê wan hevalên leheng û pêşengan de şehîdên şoreşê carekdin bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji xwe Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêza xwe ji berxwedana 14’ê Tîrmehê digire. Di şoreşê de jinan pêşengtî kir û li hemû qadan rêxistinbûna xwe xûrt kir. Li dijî rejim û desthilatdariyê derketina îradeya jinan girîng bû. Rêxistinbûna jinan di vê demê de pir girîng bû. Herkes di vê demê de bi coşek mezin tevlî şoreşê bûn. Xwestin xwe ji desthilatdarî û tundiyê rizgar bikin."   Bandora şoreşê û temsîliyeta jinan   Macîde, da zanîn ku beriya 19’ê Tîrmehê jin nedikarî bi aşkera kar bike û xebat bimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinan beriya 19'ê Tîrmehê nedikarî xwe birêxistin bike û bi vîna xwe derkeve pêş. Di hemû qadan de nedikarî tevgera xwe mezin bike. Jinek heta astekî dikarî kar û xebatê bide meşandin lê di asta netewbilind de ne dibû xwedî li îrade, ne dikarî di saziyan de cih bigire û ne dikarî derkeve pêş. Piştî şoreşê me dît ku jin çawa di hemû qadan de cih digire, xwebirêxistin dike û tevgera xwe mezin dike. Her wiha bi alîkarî û piştevaniya tevahiya jinên herêmî jî di nav tevgerê de nin. Li dijî hişmendiyê, li dijî siyaseta ku li hemberî jinan tê meşandin, di aliyê tundiyê de û di aliyê zihniyeta baviksalarî de têkoşînek pêş xist. Em dikarin bêjin ku di vê şoreşê de vîna jinan bêtir derket pêş. Berxwedana jinan derket pêş. Tevgera xwe xurt kir. Di şoreşê de jinên kurd pêşengtî kir, lê em îro dibînin ku ereb, suryan û netewên din piştgiriyê didin vê şoreşê. Ev yek jî dibe sedem ku jin rol û mîsyona xwe di nava civakê de bêtir derxe holê."   Hedef girtina pêşengên jin   Macîde, daxuyand ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de gelek destkêftiyên jinan çêbûn, beranberê vê yekê jî pêşengên jinan jî hedef hatin girtin û wiha axivî: "Çend pêvajo ji hêla jinan ve hat birêvebirin jî xurtkirina îradeya jinan a di vê şoreşê de girîng bû. Jin çawa pêşengtî vê şoreşê re kirin, dikarin pêşengtiya civakê jî bikin. Di dema şoreşê de her jinek hest û îradeya xwe derdixist holê. Çawa her jinek di qada şer de cihê xwe digirt, ev kelecan û coş tevlîbûnê bandorê li hemû jinan kir. Heke jinek pêşengtî bike û temsiliyeta îradeya bikê helbet tê hedef girtin. Em dibînin ku seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên kurd, jinên ereb, jinên suryan û hwd jinên ku pêşengtiya vê şoreşê dikin, li dijî zihniyeta baviksalarî, netewperestiyê têdikoşin hedef tên girtin. Me di komkujiya Parîsê de jî dît. Çawa 3 leheng hedef hatin girtin. Yek jî wan Heval Sakîne bû. Li vir îradeya jinan a ku yekemîn arteşbûna jinan ava kir û xebat da meşandin hedef hat girtin. Dema em li dîrokê jî dinêrin ne tenê jinên kurd ên pêşengtî kirine li cîhanê gelek jinên ku pêşengtî kirine hatine hedef girtin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeye hedef girtina avahiya Koordînasyona Kongra Star jî hedef hat girtin. Rejîma niha hewl dide ku jinan qetil bike û tune bike. Li rojhilatê Kurdistanê jî me dît ku piştî qetilkirina Jîna Emînî berxwedanek çawa derket holê. Bi hezaran hevalên jin li dijî rejîmê, li dijî destdirêjiyê derketin qadan. Bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ her kes derket qadan. Helbet bi êrişan xwestin îradeya jinên rojhilatî bişkînin, bê îrade û bê mîsyon bihêlin. Lê jin bi berxwedanê bersiv da êrişan."   'Gerandina govenda azadiyê'     Macîde, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de, hevalên YPJ’ê derketin pêş, bi îrada xwe mohra xwe li dîrokê dan. Helbet bi vê berxwedan û serkêşiyê govenda azadiyê hat gerandin. Jinên kurd bi pêşengtî, îradeya xwe çawa DAIŞ têk bîr, îro jî li dijî faşîzme Dewleta Tirk xwe birêxistin dikin. DAIŞ’ê ku bi destê jinan têk çû dixwazin tolê hilgirin û jinên pêşeng hedef digirin. Lê jin tu carî li hemberî her cure êrişan serî netewand. Jin xeta rêya şehidan dişopîne û xwedî li destkeftiyan derdikeve. Berxwedana xeta jinên azad li tevahiya herêmê dide meşandin. Wek jinên kurd, pêşeng bikarin her çar parçeyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê vîna jinan derxin asta herî jor."