ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-14 09:00:00     * Şoreşa Rojava 12 sal li pey xwe hişt, Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêza xwe ji berxwedana 14’ê Tîrmehê digire û got: "Jinên kurd bi pêşengtî, îradeya xwe çawa DAIŞ têk bîr, îro jî li dijî faşîzme Dewleta Tirk xwe birêxistin dikin." BI DÎMEN   *Siphiye Bayat û Meryem Guler…Du dengbêjin ku 15 sal berê riya wan bûye yek. Bi hev re tevli meşa 'Ji îradeyê re rêzgirtin' bûn' û bi klam û stanên xwe bûn çavkaniya moralê. DÎMEN HEYE    *Keyaya taxa Muradiyeyê ya navçeya Rezan a Amedê Dîlek Demîr di temenê biçûk de bi mêrekî 28 salî re hat zewicandin. Dîlek piştî dibe keya gelek zarokên keç ji zewacê xilas dike. Dîlekê got her zaroka keç ya ji zewacê xilas kiriye wek Dîleka biçûk dibîne. DÎMEN HEYE   *Rêvebera ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan tên pêkanîn de axivî û da zanîn ku ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dehan carî hişyarî kirine lê tevî vê, ji ber pêkanînên kêfî yên wezaret û saziyên cemawerî ji girtîgehan cenaze derdikevin. DÎMEN HEYE