Ji sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin 2024-07-13 15:04:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Akîtîvîstên mafên mirovan, ji bo girtiyên nexweş Leyla Aygun, Hanîfe Arslan û Abduhalîm Kaya serbest bên berdan li sê başaran bang kirin.   Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Stenbol, Enqer û Îzmîrê çalakiyên ku tên lidarxistin vê hefteyê jî dewam kirin. Di çalakiyan de banga bila girtiyên nexweş bên berdan hat kirin.   Stenbol   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 642’yemîn rûniştina F li ber avahiyên komeleyê li Beyoglûyê pêk anî, wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di rûniştinê de dirûşmên "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn" hatin berzkirin. Di rûniştina vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiya 76 salî- Hanîfe Arslan a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî bû û tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran nehat berdan. Metna çapemeniyê endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn xwend.   Rewşa Hanîfe Arslan her diçe giran dibe   Mehmet bal kişand ku girtiyên nexweş li girtîgehan nehatine dermankirin û ji ber vê yekê mirine û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera salên 2018-2023'an de bi giştî 2 hezar û 258 girtî li girtîgehê mirine. Mehmet wiha got: “Hanîfe Arslan bi KOAH, ulsera mîde, şekir, dil û tansiyona bilind e. Li gorî agahiyên keça wê di derbarê Hanîfe Arslan de ku roj bi roj rewşa wê xerabtir dibe, Hanîfe Arslan a ku di sala 2021'an de hat girtin û tevî nexweşiyên xwe yên giran û temenê wê hê jî di girtîgehê de ye, di tuwaleta ku ji bo astengdaran  ne guncave de ket û di encamê de diranên wê şikestin. Rêveberiya ku di destpêkê de guh neda vê rewşê, piştî ku di vê mijarê de raya giştî ava bû, klozet tuwalet danîn û Hanîfe Arslan birin nexweşxaneyê. Keça Hanîfeyê diyar kir ku poşmanî  diya wê hat ferzkirin, ji ber ku qebûl nekiriye, serbest nehat berdan. Li welat di darazê de cotstandartî   heye.  Keça hanîfeyê diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe ya Kurd her tim weke terorîst tên dîtin û got ku  ew ne terorîst in. Dayika wê Dayika Aştiyê ye û yekane daxwaza wê ew e ku her kes di nava aştiyê de bijî."   Em bang li rayedaran dikin ku bi erkê xwe rabin'   Mehmet di dawiyê de wiha got: “Hanîfe Arslan a ji ber ku di şert û mercên girtîgehê de dermankirin û lênerîna têr  kirin û ji ber nexweşiya wê poşmanî lê hat ferzkirin ji bo bê ameliyatkirin divê bê berdan. Vê hefteyê di çarçoveya 642'emîn Rûniştina F de "Em bang li rayedaran û raya giştî dikin ku ji bo girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan û hemû girtiyên nexweş ên giran serbest bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bên parastin erka xwe bi cih bînin"    Rûniştin bi dirûşman bi dawî bû.   Rewşa Hanîfe Arslan her diçe giran dibe   Mehmet bal kişand ku girtiyên nexweş li girtîgehan nehatine dermankirin û ji ber vê yekê mirine û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera salên 2018-2023'an de bi giştî 2 hezar û 258 girtî li girtîgehê mirine. Mehmet wiha got: “Hanîfe Arslan bi KOAH, ulsera mîde, şekir, dil û tansiyona bilind e. Li gorî agahiyên keça wê di derbarê Hanîfe Arslan de ku roj bi roj rewşa wê xerabtir dibe, Hanîfe Arslan a ku di sala 2021'an de hat girtin û tevî nexweşiyên xwe yên giran û temenê wê hê jî di girtîgehê de ye, di tuwaleta ku ji bo astengdaran  ne guncave de ket û di encamê de diranên wê şikestin. Rêveberiya ku di destpêkê de guh neda vê rewşê, piştî ku di vê mijarê de raya giştî ava bû, klozet tuwalet danîn û Hanîfe Arslan birin nexweşxaneyê. Keça Hanîfeyê diyar kir ku poşmanî  diya wê hat ferzkirin, ji ber ku qebûl nekiriye, serbest nehat berdan. Li welat di darazê de cotstandartî   heye.  Keça hanîfeyê diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe ya Kurd her tim weke terorîst tên dîtin û got ku  ew ne terorîst in. Dayika wê Dayika Aştiyê ye û yekane daxwaza wê ew e ku her kes di nava aştiyê de bijî."   Em bang li rayedaran dikin ku bi erkê xwe rabin'   Mehmet di dawiyê de wiha got: “Hanîfe Arslan a ji ber ku di şert û mercên girtîgehê de dermankirin û lênerîna têr  kirin û ji ber nexweşiya wê poşmanî lê hat ferzkirin ji bo bê ameliyatkirin divê bê berdan. Vê hefteyê di çarçoveya 642'emîn Rûniştina F de "Em bang li rayedaran û raya giştî dikin ku ji bo girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan û hemû girtiyên nexweş ên giran serbest bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bên parastin erka xwe bi cih bînin"    Rûniştin bi dirûşman bi dawî bû.   Enqere   Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 514’an de çalakî pêk anîn. Endamên înîsiyatifê li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê kom bûn. Endamên Înîsiyatifê bal kişandin ser rewşa  Leyla Aygun a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Endama Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen axivî û wiha got: “Aygun beriya bê girtin ji pêsîrê xwe ememiyat bû.   Aygun ji ber nexweşiya xwe dermankirina tîrêjan didît. Lê piştî 1 sal û 9 meh cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin, di adarê de hat girtin û dermankirina wê nîvco ma. Dê tedawiya Kemoterapî bidîtaya. Nû dest bi dermankirinê kiribû. Lê hat girtin. Ji ber hat girtin dest bi dermankirina kemoterapi nekir û qut bû. Piştî li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ma, tenê çend caran çû girtigehê. Ji bo Aygun bê dermankirin, divê serbest bê berdan. Em bang dikin ku Aygun berdin.”     Îzmîr   Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Îzmîrê jî çalakiya ji bo girtiyan ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, di hefteya 293’yan de çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê li dar xist. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, nebe şirîkê sûc” hat vekirin.    Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya (81) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê tê ragirtin. Daxuyaniya bi kurmancî Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş xwend û daxuyaniya bi tirkî jî rêvebera ÎHD’ê Vetha Aydin Yuksel xwend.    Daxuyanî wiha ye:    “Li gorî qanûnê; ‘Ji bo parastina mafê jiyanê û yekitiya laşî û derûnî ya mehkûman di saziyên cezayê de girtina her cure tedbîrên parastinê mecbûrî ye’. Tê gotin. Lê belê serlêdanên ku li komeleya me tên kirin nîşan didin ku rayedar bi vê berpirsyariyê tevnagerin û pêkanînên ku mafê jiyanê yê girtiyan û yekitiya wan a bedenî û derûnî tehdîd dike jî pêk tînin.    Li gorî daxuyaniyên ku hatine dayîn, mînaka dawî ya vê rewşê ev e; Ercan Çakar di 25'ê gulana 2024'an de li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, bi guman jiyana xwe ji dest da. Ercan Çakar ê 39 salî ku ev 12 sal in di girtîgehê de ye û nêzî mehek berê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin, di hevdîtina xwe ya dawîn a malbatê de got, 'Eger tiştek were serê min midûrê girtîgehê û gardiyan berpirsyarin, û di otopsiya wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hat kirin de li ser bedena wî şopên lêdanê hatin dîtin.   Weke ku tê bîra we, di 11’ê gulanê de hatibû ragihandin ku Reber Soydan ê 20 salî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê întîxar kiriye û malbata wî bi îdiaya ku bûyer ne întîxar be serî li dozgeriyê dabû.   Em bang li rayedaran dikin ku li gorî erkên ku di qanûn û peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin tevbigerin û em daxwaz dikin ku rayedarên ku van erkan pêk neynin bi lêkolînên edlî û îdarî bên cezakirin.   Vê hefteyê; Em rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş ê giran Abdulalim Kaya ku 81 salî ye û ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê heye û li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Êlihê girtî ye parve dikin.   Girtiyê nexweşê giran Abdulalim Kaya 81 salî ye û ji sedî 93 astengdar e; Ji bilî nexweşiyên dil, prostat, gurçikan û demans, ji sedî 80 kêmbûna bihîstinê û ji sedî 50 kêmbûna dîtinê heye û dikare bi alîkariya kesên din li ber xwe bide û bi alîkariya hevalên beşa xwe dikare lênêrîna xwe ya kesane jî bike .   Kaya ku di 14'ê Cotmeha 2020'an de beriya ku dirûne emeliyata prostata wî bên rakirin, ji ber ku 5 sal cezayê girtîgehê bi dawî bû, hat binçavkirin û girtin, 60 roj bi tena serê xwe ma û ji dermankirin û lênêrînê bêpar ma. Ji ber nexweşiyên wî di 4ê Çileya 2021ê de ceze wi, di encama hewldanan de 6 meh hat taloqkirin.   Di rapora Lijneya Tenduristiyê ya ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve hatiye amadekirin û ji bo dewamkirina tedawiya xwe serî lê daye, di 12ê Cotmeha 2022an de; Hat diyarkirin ku nexweşiyên wî ji sedî 93 seqetî di jiyana wî de peyda kiriye, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, ji ber ku pêwîstiya wî bi lênêrîn û dermankirinê heye, înfaza cezayê wî di şert û mercên girtîgehê de nikare berdewam bike, jixwe nexweşiyên wî xetereya jiyanê ne. û piştî 2 salan divê muayeneya kontrolê bê kirin û bê diyarkirin ku rewşa wî baş bûye yan na, di 31'ê Adara 2023'an de dîsa sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê hat kirin.    Kurê wî hevdîtina bi bavê xwe re kiriye. Kurê wî dibêje; ‘Bavê min li gorî serjimariyê 81 salî ye, lê temenê wî yê rastî 86 saliye, kal e û nexweşiyên wî yên giran hene. Dema ku îdamkirina wî hat taloqkirin û hat berdan, anjiyo hat kirin. Dema ku wî dest bi tedawiya xwe kir, dîsa xistin girtîgehê. Ew niha bi rengekî nivînan e. Ew bêyî alîkariya hevalên xwe nikare rabe, bimeşe, bixwe û xwe paqij bike. Ew jî zehmet e ku me nas bike. Her ku dementia pêşve diçe, ew nikare hewcedariyên xwe yên kesane bicîh bîne’. Saziya Tiba Edlî ya ku sewqî wî hatibû kirin, di rapora xwe ya 11'ê Adarê de gotibû ‘Dibe ku di girtîgehê de bimîne’. Cezayê bavê min di Sibata 2026’an de diqede. Lê heta vê rojê nikare di girtîgehê de bimîne’.    Me mehek berê ji bo taloqkirina îdamê serlêdan kir û em dixwazin ew bê berdan. Li girtîgehê girtina Abdulalim Kaya ku ji bo nexweşiyên wî dermankirin û tedawiya wî nayê kirin, ji bo tenduristî û jiyana wî metirsiyek mezin çêdike.   Em vê hefteyê jî dibêjin, girtiyê nexweşê giran Abdulalim Kaya û hemû girtiyên nexweş, astengdar û extiyar serbest tên berdan; Ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê em bang li rayedaran dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û raya giştî jî hişyar bikin.”