Li dijî tecrîdê daxuyanî: Dengê xwe bilind bikin 2024-07-12 16:12:30     WAN - TUHAYDER û xizmên girtiyan  bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" daxuyanî dan û diyar kirin ku sedema bingehîn a hemû krîzên li welat berdewamkirina polîtîkayên tecrîdê ne û bi aştiyeke bi rûmet çareserkirina pirsgirêka kurd berpirsyariya her kesî ye.    Li Wanê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rêya Armûşê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" daxuyanî dan.  Di daxuyaniyê de pankartên "Dawî li tecrîdê bînin" û "Deng bidin zindanan" hatin vekirin. Rêveberiyên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dewgûşa Şaristananiyê winda kirine ya Yekitî û Çandê (MEBYA -DER), aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.   Rêveberê TUHAY-DER'ê Azîz Guven di xwendina metna daxuyaniyê de destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.   Îsrara hikûmetê ya di bêhiqûqiyê de    Azîz diyar kir ku li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî tu îzahateke hiqûqî ya sînordarkirina mafê girtiyan a hevdîtina bi parêzer û malbatên xwe re nîne û wiha got: “Pergala bêhiqûqiya Îmraliyê nîşaneya pergala bêhiqûqî û keyfî ya li Tirkiyeyê ye. Eşkere ye ku ev îlegalîteya ku bi vê tecrîda mutleq xwe dide der, tê wateya ku li cîhanê wekhevî nîne. Azîz wiha dewam kir: " Wezareta Edaletê bersiveke hiqûqî neda serlêdanên bi hezaran parêzeran ku gelek caran hatin kirin. Hemû hewldanên hiqûqî yên parêzerên Birêz Abdullah Ocalan Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bê encam man û ev  tê wateya ku hikûmet di bêhiqûqiyê de israr dike."   Banga parastina aştiyeke bi rûmet    Azîz bal kişand ku divê hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi taybetî baro û saziyên mafên mirovan li dijî vê bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin û got, "Divê hemû pêkhateyên civakê li dijî vê tecrîda zêdeyî 40 meh in, polîtîkayên derhiqûqî yên li girtîgehan dengê xwe bilind bikin û binpêkirina mafan. Tecrîd û bêhiqûqî her kesî tehdîd dike. Sedema sereke ya hemû krîzên li vî welatî polîtîkayên tecrîdê ne. Berpirsiyariya her kesî ye ku ji bo dawî li vê rewşê bê, tecrîd bê rawestandin û di pirsgirêka Kurd de pêvajoya aştiyê ya bi rûmet biparêze."   Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.