Şaredariyê ji bo navenda Dayik û Zarokê zend û bend badan 2024-07-12 15:50:49       AMED -Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û yên Rezanê ji bo ku xebatên li Navenda Tenduristiyê ya Dayik û Zarokê ku di dema qeyûm de hatibûn betalkirin, aktîf bikin dest bi lêkolînê kirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê ji bo ku Navenda Tenduristiyê ya Dayik û Zarokê ji nû ve bê vekirin, zend û bend badan. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk bi hev re xebatên amadekariyê yên Navenda Tenduristiya Dayik û Zarokê ya li Taxa Fatîhê ku di dema qeyûm de hatibûn betalkirin bidin destpêkirin lêkolîn kirin.   Rêvebera Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Rezanê Evîn Serîn Karabiber xebatên li navenda tenduristiyê ji hevserokan re vegot, li ser tiştên ku divê bên kirin nirxandin hatin kirin.   Li kolana Sakryayê serdana esnafin   Piştre Hevserokan esnafên li Kolana Sakarya ku yek ji nuqteyên girîng ên bazirganiyê ye ziyaret kirin. Hevserokan serdana esnafên her du baskên kolanê kirin û li daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Esnafan ji hevserokan xwestin ku xebatên paqijiyê zêdetir bikin, her wiha xwestin li dijî dagirkirina peyarêyan gav bên avêtin. Esnafên ku xwestin di hefteyê de rojek ji bo betlaneyê bê plankirin, diyar kirin ku pêwîstiya wan bi lavabûyên li nokteyên cuda yên sûkê heye, her wiha xebatên peyarê û binesaziyê jî divê bên kirin.   Hevserokan diyar kirin ku ew ê li gorî daxwazên esnafan tevbigerin û bi hev re çareser bikin.