Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir 2024-07-12 15:09:23       NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê diyar kir ku Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran Herêma Kurdistana Federe bombebaran kiriye û ji ber vê yekê 182 malbat neçar mane ku koç bikin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Tîmên Aştiyê yên Xirîstiyan (Community Peacemaker Teams-CPT) têkildarî êrişên dawî yên Tirkiyeyê dane parve kirin.     Berpirsyarê CPT’yê Kamran Osman ê ji Rûdawê re axivî, da zanîn ku Tirkiyeyê di navbera 15’ê tîrmehê û 11’ê tîrmehê de herêm 285 caran hatiye bombebaran kirin. Kamran diyar kir ku li herêma ku dewleta tirk êrişên xwe lê didomîne 182 malbat neçar mane ku koçî Duhokê bikin û da zanîn ku li herêmên şer û pevçûn lê diqewimin 602 gund bi xetereya valakirinê re rû bi rû ne. Kamranbi lêv kir ku cihên tên bombekirin zêdetir li Duhokê ne û wiha got: “8 gundên girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bi temamî hatin valakirin. Herî dawî gundê Miska yê ku 26 malbat lê dijiyan hate valakirin. Ji ber êrişan li Duhokê 65 hezar donim erd şewitî.”