ROJEVA 12'YÊ TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-12 09:00:00     * Jinên li Helebê dijîn bertekên xwe li dijî êrişên Arteşa Tirk a li hemberî Başûrê Kurdistanê anîn ziman û îxaneta malbata Barzaniyan şermezar kirin û gotin: "Dê her tim piştevaniya şervanên  xwe bikin û ji bo axa xwe têbikoşîn." BI DÎMEN    *"Feraseta estetîka dewlemendiyê, cudabûnên civakan bi terza cil û bergan hatiye ziman. Bûye parçeyek girîng ya nasname û çandê. Ji ber vê yeke ku polîtîkayên li hember çanda civakê her tim ji ser cil û bergan jiyaye. Mêtîngeriyê ji yek terza cil û bergan wek rêbaz daye pêş û ji bo şikandina berxwedanê hedef girtiye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Li Geliyê Zîlanê ya girêdayê navçeya Erdîş a Wanê di 13’yê Tîrmehê de bi hezaran kurd hatin qetilkirin û di ser komkujiyê de 94 sal derbas bû. BI DÎMEN    * Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, qetilkirinên jinan ku di malbata ‘pîroz’ tên kirin nirxand û û got: “Mabata ku jin  lê tundiyê dibînin ne pîroz e. Her tişta xweş û bi nirx, başiyê dihewîne. Lê li van maşbatan jin tên qetilkirin.  Ji bo avakirina aştiya civakî divê em têbikoşin.” DÎMEN HEYE   *Yek ji damezrînerên KASED’ê ku li cihê xwe yê nû dest bi qursên dema nû kir, Serap Ergîn diyar kir ku komele û atoleyeyên wan ji aliyê gelê Sûrê ve eleqeyek mezin dibînin. DÎMEN HEYE   *Li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca balê bikşînin ser rola DDB’ê li ber DDB’ê daxuyanî hatibû dayîn. Dayikan Aştiyê yên tevli daxuyaniyê bibûn wiha gotin: “Tirkiye hatiye ber keraseteke mezin agahiya wan tune gelo? Ji bo Kurd nebin xwedî maf her tiştî dikin. Erdogan bi salane digot Kurd tune ne niha jî dibêje tecrîd tune ye.” BI DÎMEN