UNICEF'ê belavkirina avê li kampên Şahbayê sekinand 2024-07-11 10:26:38   NAVENDA NÛÇEYAN - UNCEF'ê belavkirina avê li kampên Şehbayê sekinand.   Fona Alkariya bi Zarokan re a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) di encama êrîşên Tirkiye komên girêdayî wê de, belavkirina avê li kesên ku ji bajarê Efrînê yê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberî herêma Şehbayê hatin kirin sekinand.  Ji sala 2020'î ve belavkirina avê li gundan hatibû kêmkirin û û di sala 2021'ê de jî li tevahiya herêmê hatibû qutkirin.   UNICEF a ku ji 15'ê Sibata 2024'an de li herêmê dixebite belavkirina avê li kampan bi giştî sekinand.