PDK'ê 3 rojnamevanên ku êrişan dişopandin revand 2024-07-11 09:21:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Medyayê ya Zoom ragihand ku nûçegihana wan Hejîn Fetah, kameraman û ajokarê pê re hatin revandin.   Dezgeha çapemeniyê ya Zoom ragihand ku asayişa PDK’ê li navçeya Amêdiyê ji rûmalkirina dagirkeriyên dewleta Tirk tîmeke rojnamevanên dezgeha wan binçav kirine.   Li gel bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ku hewl dide hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike, niha jî PDK rê li her rojnamevan û welatiyekê digire ku li dijî dagirkeriyê rûmal bikin û helwesta xwe nîşan bidin.   Di vê çarçoveyê de tîmeke rojnamevanî ya dezgeha çapemeniyê Zoom ku ji nûçegihan Hejîn Fetah, kameramanê wê û ajokarê wesayîta wan pêk dihat, dema ku operasyona dagirkirina navçeya  bajarê Amêdiyê dişopand ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin.   Di vê derbarê de dezgeha çapemeniyê Zoom ragihand ku, asayîşa PDKê tîmeke rojnamevanên kanala wan bi tawana ragihandina dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê li Amêdiyê binçav kir.   Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan jî di vê derbarê de got: “Destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan dirêje lê destê wan ji kujer û berpirsên gendel re kurte.”