Li Helebê ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê meş 2024-07-11 08:37:59     HELEB - Bi meşeke ciwana berxwedana 14'ê Tîrmehê ya zindana bi bîr anîn û soza berdewamiya berxwedanê nû kirin.   Îro li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşek berxwedana zindana Amedê ya 14`ê Tîrmehê bi bîranîn.    Meş ji pêşiya eywana 8`ê Adarê ya ku dikeve mile taxa Xerbî dest pê kir û ber bi kolanên taxa Şerqî ve herikîn. Di meşê de ala ciwanên şoreşger, yekîtiya jinên ciwan, ala pakrewan Mazlum Dogan û meşele hatin hildan dirûşmên "Bijî berxwedana Zindanan", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berz kirin.    Piştî meş gihaşt qadê li wir deqeyek rêzgirtin pêk hat, piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xelîl Mihemed axaftina xwe kir û di axaftinê de soza şopandina rêya pakrewanan berxwedana zindana û mezin kirina xeta berxwedaniyê hat nû kirin.