Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû 2024-07-10 21:49:16   NAVENDA NÛÇEYAN - 5’emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan a li Hesekê hatiye lidarxistin bi gelek encamnameyan bi dawî bû.   Bi diruşma ˊBi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertîˊ Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê 5’emîn Kongreya xwe bi beşdariya 300 delegeyên ji Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên ji rêxistin û tevgerên jinan li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.    Di kongreyê de rewşa siyasî hat şîrovekirin, sînevîzyonek li ser xebatên jinên ciwan hat pêşkêşkirin, perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rapora salê û rêzikname hatin xwendin.   Di kongreyê de 25 endam ji bo rêvebirina yekitiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.   Kongre bi gelek encaman bi dawî bû û wihane: “Zêdekirina çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, vekirina dewreyên perwerdê û hişyariyê, belavkirina çanda perwerdê di nava ciwanan de, xebitîna li ser pêşxistina xebata jinan, bikaranîna rêbazên medyayên dîjîtal ji bo xizmetkirina civakê li dijî kapîtalîzmê û reşkirina wê, lidarxistina mîhrîcanên taybet bi navê jinên ciwan û çalakiyên çandî, hunerî û werzîşî bi navên şehîdên jinên ciwan, nîqaşkirina pirsgirêkên jinan, lidarxistina çalakî û danasîna şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet, aktîvkirina Komîteya Parastina Jîngehê, lidarxistina hemeleyên hişyarkirinê yên girêdayî wê, vekirina dewreyên taybet bi ragihandinê, aktîvkirina komîn û meclisên taybet bi jinên ciwan, aktîvkirina komîteya civakî û aborî.”