ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-10 09:00:00     * Endama Meclîsa Tirkiyeyê ya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfin Tozlu der barê zêdebûna qetilkirinên jinan de axivî û diyar kir ku sedema herî mezin polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Zeynebê bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê divê rêxistinbûn bê kirin û got: “Em neçar in ji bo ked, maf û jiyanê xwe rêxistin bikin.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Rengîn Ergul di daxuyaniya CPT’ê ya Azerbeycanê de ku derbarê tecrîdê de bêdeng e, rexne kir û got: “Li van saziyan bi sedan serlêdanên dipên hene. Di meha îlonê de di civîna Komîteya Wezîran de wê mafê hêviyê bê dîtin.” BI DÎMEN    *Xebatkara Navenda Çanda Baharê Çîçek Çelîk diyar kir ku di pêvajoya qeyûman de gel bêriya xebatên ziman, çand û hunera xwe kiribûn û got niha li dijî vê xebatên çandî zêde kirine û demek nêz de wê mala dengbêjan vebikin. BI DÎMEN