Rapora Kayseriyê: Êriş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin 2024-07-09 15:44:29       ENQERE - OHD’ê, ÇHD’ê û ÎHD’ê rapora ku di encama lêkolînên xwe yên têkildarî Kayseriya êrişên nijadperest lê qewimîn aşker kirin. Di raporê de hate aşkerekirin ku saziyên fermî agahî parve nekirine û hatiye tespîtkirin ku êriş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) rapora xwe ya têkildarî êrişa nijadperest a li Kayseriyê qewimî amade kirine li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya li Enqereyê aşkere kirin.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku piştî êrişa nijadperest çûne Kayseriyê û Serdozgerî di nav de ji gelek saziyên rayedar re daxwazname nivîsandine ku dixwazin çavdêriyê bikin lê dozgeriyê bersiva neyînî daye wan û daxwaza wan a randevûyê jî qebûl nekiriye. Huseyin, qala serdanên xwe yên li herêmên ku êrişên nijadperest lê hatin kirin kir û da zanîn ku tabloyeke dişibe tiştên berê li Tirkiyeyê diqewimin.    'Ji aliyê hin derdoran ve tê plankirin'   Huseyin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku di dîroka Tirkiyeyê de gelek êrişên wiha nijadperest çêbûne. Li dijî kurdan, elewiyan, li Gaziyê, Mereşê, Madimakê heman êriş çêbûn, dîsa li dijî romanan jî êrişên bi heman awayî çêbûn. Em fikirîn ku ev jî bi heman awayî pêk hatine û dema em gihiştin qadê van agahiyan em mafdar derxistin. Tişta bingehîn a me dît, bi awayekî organîze kirî êrişeke nijadperestî pêk hatiye. Me dîsa dît ku ev hatiye rêxistinkirin û ji aliyê hin derdoran ve tê plankirin.”   Êrişên nîjadî    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan ku rapor aşkere kir, anî ziman ku çûne herêma êriş lê pêk hatin. Çîgdem, da zanîn ku rayedaran têkildarî asta êrişan agahî parve nekirine û wiha got: “Sûriyeyiyên pê re hevdîtin hatin kirin, têkildarî cihên ku êriş lê hatine kirin agahiyên texmînî parve kirin.” Çîgdem, destnîşan kir ku binpêkirinên weke, nirxandina zerar, talan û şelandina mal û kargehên rastî êrişê hatine, nehatine tespîtkirin û got: “Derbarê vê mijarê de rayedaran tu agahî nedane mexdûran ku dê di vê mijarê de çi bikin, zirara wan bê tazmînkirin an na. Li taxên ku me lêkolînkirin wesayîtên bi pîleqeyên MA ku ji bo kesên biyanî hatine dayîn nedîtin. Gotin ku sûriyeyiyan wesayîtên xwe veşartine. Hemû kesên ku pê hevdîtin kirin gotin ku her du rojên ewil hêzên ewlehiyê mudaxileyeke baş li koma êrişkar nekiriye, weke ku koma êrişkar daxuyaniyekê bide çapemeniyê nêzî wan bûne.”   Çîgdem axaftina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê di dema êrişan de kirin, gotinên cihêkar û nijadperest û êrişên koma nijadperest ji nedîtî ve hatine. Walîtiyê gotibû ku ew ji bo pêdiviyên xelkê xebat dane destpêkirin, lê me xwe negihand tu agahiyek wisa. Penaberên Sûriyeyê destnîşan kirin ku tu alîkarî ji bo wan nehatiye kirin.”    Nikarin biçin kargehan bixebitin   Çîgdem  diyar kir ku wan xwe negihandiye ka dozgerî lêpirsînek çawa bi rê ve dibe û lêpirsînek bi bandor daye destpêkirin an na û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî ragihandibû ku êrişkar komek ji biçûkan pêk tê û kesên nasnameya wan nepaqij e. Di çarçoveya vê daxuyaniya wezaretê de der barê kesên ku êriş dane kirin de tu agahî nehatine parvekirin û ev yek jî wê metirsiyê dide ku wê ev êriş berdewam bikin. Penaberên ji Sûriyeyê nikarin biçin kargehên ku lêdixebitin. Ji bo çûna wan a kar tu agahî jî nedane wan. Li gorî nûçeyên medya Qeyseriyê; ji ber penaberên Sûriyeyê nikarin biçin ser karên xwe, di gelek sektoran de astengiyên cidî yên hilberandinê derketine. Divê meaş û mafên civakî yên karkerên ji Sûriyeyê ku hefteyeke neçûne kar bê dayîn. Divê hewcedariyên karker û mirovên ji Sûriyeyê bên dabînkirin.”    Zêdebûna tirs û fikaran   Çîgdem di dawiya raporê de wiha got: “Ev êrişên li dijî penaberên ji Sûriyeyê êrişên berê yên li Mereş, Madimak, Gazî, romenan û kurdan anî bîra me. Me çavdêr kir ku lînc, şewitandin, talankirin, tirsandin, êriş û gotinên nijadperest û nefrete li dijî penaberan hatine kirin. Tê xuyakirin ku ev êriş bi plankirî û bi awayek organezîkirî pêk hatine. Lig elek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan, çalakî û daxuyaniyên aştiyane û demokratîk bi biryarên waliyan tên qedexekirin. Lê tevî ku êriş li dijî can, mal û milkê penaberên Sûriyeyê hatiye kirin jî Walîtiya Qeyseriyê xwepêşandanên komên nijadpereset qedexe nekiriye û tu tevdîr negirtiye. Penaber ji ber tirs û gefa êrişan û hişyariya hêzên ewlehkariyê nikarin ji malên xwe derkevin. Penaber ji ber astengkirina platformên medya civakî agahî ji gelek xizmên xwe nikarin bigirin û destnîşan kirin ku ev yek tirs û fikarên wan zêdetir dike.”