Ji ber bendava teqiya gelek gund di bin avê de man 2024-07-09 14:02:32       ERZIROM - Li gundên Hecîcerogo, Merxok, Şem, Qilêçî yên navçeya Tatosa Erziromê piştî barana zêde bendava Hecîcergo teqîya û lehî li gundan rabû. Di encamê de gelek mal hilweşiyan û sewal li bi avê çûn.      Li Gundên Hecicergo, Merxok, Şem, Qilêçî û Melemihemed yên bi ser navçeya Tatosa Erziromê ve lehî rabû. Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê; piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqîya û zerarek mezin da gundiyan. Ava bendavê bû lehî û bi ser gundên derdorê de herikî. Lehiya bendavê zerarek mezin da malên gundan. Di encamê de nêzî 4-5 xanî ji ber lehiyê xera bûn û nêzî sed sewal ber bi ava lehiyê çûn û winda bûn. Bi sedan sewal jî ji serma qefilîn. Di encama lehiyê de xesaret mezin gihîşt welatiyên gundê Merxokê û Hecicergoyê.    Harûn Deger ê ji gundê Hecîcergo têkildarî mijarê anî ziman ku piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqîya ye û piştî teqîna bendavê lehî li gundewarên derdorê rabûye. Harûn anî ziman ku gundiyan bi derfetên xwe, mal û canê xwe ji lehiyê rizgar kirin û tu rayedar bi alîkarî û hawara wan ve nehatine.