5'emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin 2024-07-09 12:05:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê sibe kongreya xwe ya 5'emîn li dar dixe.   Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya lidarxistina kongreya xwe ya 5'emîn de civînên berfireh li bajar û kantonên herêmê li dar xistin. Sibê jî dê li Hesekê bi dirûşma "Bi şoreşa jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî" tê lidarxistin.   Herî dawî Yekitiya JInên Ciwan kongreya xwe ya 4'emîn bi dirûşma "Birêxistinkirina jinên ciwan em dagirkeriyê têk bibin" 6`ê Cotmeha 2020'an li bajarê Rimêlan bi beşdariya 550 delegeyan li dar xistibû.   Di kongreyê 4'emîn de 35 endamên Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin û bi pêşnûmeyê bi dawî bû. Xalên wê ev bûn:   * Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn bê mezinkirin û çalakî bê lidarxistin.   * Ji bo belavkirina pergala neteweya demokratîk, jinên ciwan rola xwe ya pêşeng bilîzin.   * Lidarxistina konferansa jinên Ciwan li ser asta Sûriyeyê û lidarxistina komxebatekê têkildarî têkoşîna li hember zewicandina zarokan û tundiya li dijî jinan.   * Lidarxistina çalakiyan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de.   * Ji bo parastina şoreşê, pêşxistina kar û xebatên di nava saziyan de, meşandina têkoşînê li hember zihniyeta baviksalariyê.   * Meşandina têkoşînê li dijî kiryarên dijmin, zihniyeta baviksalariyê, siyasetên hêzên desthilatdar ên li dijî gel û jinên ciwan.   * Ji bo pêşxistina kar û xebatên jinên ciwan vekirina navendekê ji bo jinên ciwan.   * Meşandina têkoşînê li idjî kiryarên dagirkeriyê û zordestiyê.   * Divê jinên ciwan li hember şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî ciwanan dimeşîne, kar û xebatê bikin û têgeha şaristaniya demokratîk pêş bixin.   * Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, divê bi giyanê tolhildan, fedakarî çalakî bi pêşengiya jinên ciwan bê lidarxistin.   * Di aliyê hişmendî û bedenî de li dijî têgehên modernîteya kapîtalîst têkoşîn bê meşandin û hişmendiya modernîteya demokratîk bê belavkirin."