Çira TV êrişa li dijî kedkarên çapemeniya azad ya Êzidxanê şermezar kir 2024-07-09 10:44:34       NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber ya Çira Tv êrişa duh ya li Şengalê li dijî wesayîta kedkarên çapemeniya azad ya Êzîdxanê bi tundî şermezar kir, bang Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ), saziyên mafê rojnamevanan û mirovan  hate kirin ku li ber van kiryarên dewleta tirk rabin û xwedî li pîşeya pîroz ya çapemeniyê derkevin.   Desteya Rêveber ya Çira Tv têkildarî êrişa duh ya li dijî wesayîta kedkarên çapemeniya azad ya Êzidxanê ku di encamê de nûçegihana Çira TV Medya Hesen, nûçegihanê Çira FM Mirad Mîrza û ajokarê wesayîtê Xelef Xidir, her wiha sê ferdên ji malbatekê ku di wesayîteke din de bûn jî birîndar bûn, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hate şermezarkirin, şîfaya lezgîn ji birîndaran re hate xwestin û banga pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk li aliyên peywendîdar hate kirin.   Daxuyaniya Desteya Rêveber ya Çira TV wiha ye;   “Dewleta tirk a dagirker di 8’ê Tîrmeha 2024’an de li navenda Şengalê bi droneyên xwe yên bombebarkirî êriş kir ser wesayita kedkarên çapemeniya azad a Êzidxanê û di encamê de nûçegihana kanala me ya televîzyonê Çira TV Medya Hesen Kemal û endamê Çira FM’ê Mirad Mîrza li gel ajokarê wesayîtê Xelef Xidir Osman birîndar bûn. Di dema êrişê de wesayîta malbatek ji Şengalê jî derb xwar û di encamê de welatiyên bi navê Ziyad Qasim, Mecîd Cemal û zaroka bi navê Zîlan Ziyad Eliyas ya 7 salî birîndar bûn û ew rakirina nexweşxaneyên herêmê.   Beriya her tiştî em vê êrişa dûrî exlaqê mirovahiyê şermezar dikin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Di demekê de ku salvegera 10’an a fermanê nêzîk dibe û li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser gelan planên êrişkarî û dagirkeriyê têne kirin, êrişa li ser çapemeniya azad tesadûfî nîne. Hêz û dewletên dagirker her gava ku dek û dolab li ser gelan gerandin beriya her tişt hewl dan çapemeniya azad bêdeng bikin ku kes bi kiryar û sûcên wan nehesin.   Em ji wê kevneşopiya çapemeniyê ne ku bi berdêlên giran dibin dengê civaka xwe, di her şert û mercî de rastiyê ronî dikin. Çawa ku di şexsê Nûjiyan Erhan de me rastiya fermanê ji cîhanê re ragihand, em ê heta dawiyê bibin deng û rengê Êzidxanê. Êrişên bi vî rengî tenê dikarin biryardariya me ya li ser pîşeyê çapemeniyê xurttir bike.   Di serî de Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) em bang li hemû saziyên mafê rojnamevan û mirovan dikin, ku li ber van kiryarên dewleta tirk rabin û xwedî li pîşeya pîroz ya çapemeniyê derkevin.”