Li Panos, Qelqelî û Erziromê lehî rabû 2024-07-09 10:15:26       NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Qelqelî ya Wanê ji ber barana zêde lehî rabû, 2 mal di bin avê de man, mînîbusek ji rê derket, 3 kes birîndar bûn. Li Panos û Erziromê jî lehî rabû.   Şevê din ji ber barîna barana zêde li gundê Pîrkalê yê navçeya Qelqelî ya Wanê lehî rabû. Di lehiyê de du mal di bin avê de man. Mînîbûsa ku ji ber lehiyê ji rê derketî jî qeza kir. Sê kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Rêya di navbera Wan-Qelqeliyê de ji ber lehiyê heta demekê hate girtin. Komên şaredariyê li malên di lehiyê de di bin avê de mabûn xebata paqijiyê dan destpêkirin.   Panos   Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî ji ber barînên zêde av rabûn. Li Bûlwara Ataturkê û Taxa Alpaslanê malek û kargehek di bin avê de man.   Erzirom   Yek ji cihên ku baraneke zêde lê bariyayî jî Erzirom bû. Ji ber barîna zêde li navenda bajar av rabûn. Li navendê gelek kargeh di bin avê de man û rêwî di rêyan de asê man.