Li navçeya Rezan şewat derket 2024-07-08 22:45:42   AMED - Li qada navbera taxên Şamîlo û Kodê yên navçeya Rezanê şewat derket.   Li navçeya Rezan a Amedê di navbera taxên Şamîlo  û Kode de agir bi zeviyê ket. Hate hînbûn ku şewat ji ber boçikên cixareyê yên ku nehatine vemirandin derketiye. Heywanên li herêma ku şewat lê derket ji aliyê gundiyan ve bêyî ku zirarê bidin wan hatin rakirin.