Nobeda li dijî qeyûman: Hûn ê winda bikin 2024-07-08 22:38:36   STENBOL - Di nobeda 29 rojan a li dijî qeyûman a Stenbolê de peyama, " Wê qeyûm têk biçe" hat dayîn.    Çalakiya nobedê ya ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin, di roja 29'a de berdewam dike. Gelek welatî tevlî bûn û tîşortên "Qeyûm here" li xwe kirin.    Di çalakiya ku pankart hat vekirin de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Colemergê" û "Qeyûm dê herin, em ê bimînin" hatin qîrîn.    'Têkoşîna me ya mafdar heye'    Hevseroka Navçeya Kagithane ya DEM Partiyê Delal Eroglû li vir axaftinek kir. Delal, anî ziman ku berxwedan ji Colemêrgê heta Stenbolê heta zindanan dewam dike û got, “Eger li cihekî desteserkirin an jî neheqî hebe em ê li qadan bin. Dema em li çavên dayikên xwe dinêrin, em ji wê berxwedanê hêz distînin. 29 roj in em tên vê herêmê. Têkoşîna me ya mafdar heye, em ê têkoşîna xwe bidomînin.   'Hûnê winda bikin'    Piştre Aktîvîsta TJA'yê Dîcle Aşe mafê axaftinê girt. Dîcle diyar kir ku gelê Kurd wê êdî li hemberî polîtîkayên qeyûman bêdeng nemîne û got, “Colemêrg rûmeta me ye. Piştrast bin ku em paşde gav navêjin. Ji gelê me tenê yek mabe jî ew qeyûm biçe. Vê bizane; Kurd ne Kurdê berê ye. Kurd dixwazin xwe birêve bibin. Gel we naxwaze, we winda kir, hûn ê winda bikin."   Herî dawî di çalakiyê de Dayika Aştiyê Sabîha Bozan axivî. Sabîha berxwedana li girtîgehan û li dijî qeyûman silav kir û got, “Em qeyûm naxwazin û em ê qeyûm bişînin. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê bişkînin. "   Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.