Li Tirbespiyê semînerên li dijî tundiya li ser jinan 2024-07-08 14:25:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara di çarçoveya pêngava "Em hêvî ne, Em Aştî ne" rêzesemîner li bajarê Tirbespiyê dan.   Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, 1’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê pêngavek bi dirûşma  "Em hêvî ne, Em aştî ne" dabû destpêkirin.   Di çarçoveya pêngavê de bi beşdariya jinan semîner ji komînên Şehîd Kazim, Şehîd Xemgîn û Komîna Şehîd Yûsif re hatin dayîn.   Der barê van semîneran de endama Rêxistina Sara Fatma El Yusif ji ajansa me re got: “Armanca me ew e ku em jinan bi tevahî hişyar bikin. "   Fatmayê diyar kir ku di demên dawîn de bûyerên kuştinê, bi taybet li gundan, zêde bûne, sedema wê jî hişmendiya baviksalar e û got: “Semînerên me dê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin dayîn û hetanî 2 mehan dewam bikin.”