Halîde Turkoglu: Destên xwe ji xala 6284'an bikişînin 2024-07-03 13:32:02     ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEMP Partiyê Halîde Tukoglu, diyar kir ku bi 9'emîn Pakêta Darazê re bi jiyan û mafên jinan tê lîstin û got, "Em hişyar dikin. Bikişînin destên xwe ji xala 6284'an, bikişînin qanûnên xwe, polîtîkayên xwe ji ser destkeftiyên me. Em destûrê nadin ku hûn êrîşî destkeftiyên me bikin."   Berdevka Meclisa Jinê a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, derbarê 9'emîn Pakêta Derazê ku dê bînin meclisê û qirkirina jinan de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.    'Çarenûsa jinan dikin torbeyan'   Halîde anî ziman ku bi pakêta darazê ya ku tê payînvê hefteyê were Meclîsê mafên jinan tên desteserkirin û got, “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi salane her tiştê ku dixwaze bike, bi biryarnameyên xwe bi cih tîne û dike.  Bi taybetî dema ku bahs mafên jinan tê kirin, torbeyên xwe tije dikin. Yanî welat bi qanûnên ku ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclîsê ve hatine derxistin, bi lîstina çarenûsa gel, ciwan û jinan di tobeyan de tê birêvebirin. Mixabin welat bi vî rengî tê birêvebirin û destkeftiyên me jinan bi van qanûnên giştî têne desteserkirin. Di nava qanûnên giştî û pakêtên darazê de yên ku heta niha hatine meclisê, rojekê jî xalek ji bo jinan tê de neanîne. Li vî welatî di nava 24 saetan de 7 jin tên qetilkirin, gelo ji van qanûn û di pakêtên darazê de  ji bo pêşîgirtina li vê qetlîamê qanûnek parastinê heye? Em dizanin ku tune ye. Em ji vê yekê matmayî namînin. Em li dijî vê têdikoşin. Em dizanin ku 9'emîn Pakêta Darazê ya ku tê gotin wê di demeke nêz de bînin Meclîsê jî li dijî mafê jinê ye."   'Hemû xalên derbarê jinê de vê tundiyê xwedî dikin'    Halîde da zanîn ku der barê pakêta dê bê meclisê de tu agahî nehatine parvekirin û got, “Li ser naveroka ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve hatiye eşkerekirin nîqaş tê kirin. Ev pakêt dê hefteya bê yan jî hefteyek şûnde bigihêje, lê heta niha ne hevalên me yên parlamenter û ne jî komîsyon nizanin naveroka vê pakêta darazê çi ye. Em di warê pêşnûmeyan de diaxivin. Gotinek heye ku bi salan e jin bi yek dengî dibêjin: 'Qirkirina jinan polîtîk e'. Pêşnûmeya ku ez ê niha vebêjim wê di 9'emîn Pakêta Darazê de êrîşî wê bê kirin. Sedema qirkirina jinan ji ber pêkneanîna yasayên heyî ye. Ev ji polîtîkayên bêcezakirinê yên kujerên jinan . Bi taybetî bi vekişîna ji Peymana Stenbolê rê li ber vê tundiyê hat vekirin. Di paketên darazê de hemû xalên li dijî jinê hatine derxistin ev tundiya tê kirin zêde kirin. Wek Pakêta Darazê ya 9’emîn ku niha weke pêşnûme ji raya giştî re hatiye ragihandin lê naveroka wê tam nayê zanîn."   Bi pakêta darazê re tê xwestin ku di xala qanûna hejmar 6284'an de guhertin bên kirin   Halîde wiha dewam kir: “Pakêta darazê hê jî wekî pêşnûmeya nefermî tê zanîn. Di vê pêşnûmeyê de gelek mijarên ku bi taybetî bi jinan re têkildar in hene. Ji vana ya yekem guhertina tê xwestin xala qnnan hejmar 6284 de ye ku yek ji mezintirîn destkeftiyên jinan e. Ev xaleke ku li dijî qirkirina jinan destkeftiyên girîng dihwîne. Lê ji aliyê hikûmetê ve nayê bi cih anîn û her tim tê xwestin ku çawa rê li ber bigirin.   Hişmendiya hikûmetê di êrîşa ser destkeftiyên jinan de pir zelal e   Dema ku kiryar sûc dike jî nayê cezakirin. Wateya vê yekê jî îfadeya jinê esas nayê girtin. Guhertina ku tê xwestin ku di pakêta de were kirin, nîşaneya ku tê xwestin çawa rê li ber xala 6284'an bê giritne. Em ê destûrê nedin vê. Di pêşnûmeya nefermî de bi guhertina biçûk a di derbarê vê xalê de tê xwestin ku şîdeta li ser jinan zêde bikin û hêzê bidin sûcdaran. Erka vê hikûmetê ew e ku qanûnê ku jinan diparêze bi cih bîne, ne qutkirina van qanûnan.    Em nahêlin kiryar bên parastin   Li  vî welatî jinek bi xwîna xwe kiryarê xwe îxbar kir. Ragîp Canan bi çekê êrişê Nûrtaç Canan kir. Kiryau 8 sal 12 meh ceza girt lê piştî 2 sal û nîv serbest hat berdan. Ragip tehdîtên xwe yên kuştinê domand û kelepçeya elektronîk 3 caran şikand û biryarên tedbîrên îhlal kir. Ligel vê yekê jî ceza nayê dayîn an jî ceza tê dayîn lê kiryar nayê dîtin. Ya herî xirab jî Nûrtaç Canan hêj jî kuştinê tê tehdîtkirin.   Em carek din bang dikin destê xwe ji qanûna 6284’an vekişînin. Mafê ku me bi têkoşînê qezenç kir nahêlin bê binpêkirin. Heke îktîdar dixwaze sererastkirinek bike divê qanûnên ku jinan diparêz e derxe. Her wiha bi têkoşînê em rê nadin sererastkirinên ku kiryaran diparêz e.    Pakêta nû ya darazê...   Di 9'emîn Pakêta Darazê de derbarê paşnavê jinan de guhertinek heye. Jinan li Tirkiyeyê bi têkoşîneke 30 salan, her wiha li cîhanê û Ewropayê jî ji bo paşnavê jinan têkoşînek mezin da. Bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo jinan mafekî bingehîn hat qebûlkirin û hat diyar kirin ku jin piştî ku dizewicin jî dikarin paşnavê xwe bikar bînin. Lê belê midûryetên nifûsê vê yekê qebûl nakin û daxwaza serlêdana darazê dikin. Jin piştî darazê mafê paşnavê xwe digirin. Lê belê di pakêta nû ya darazê de mijara paşnavê wek parastina malbatê, wek reîsa malê mêr derket pêşperî me.    'Pakêta dayikên ku dixebitin'   Di nav 24 saetan de 7 jin hatin qetilkirin. Her roja ku derbas dibe xizantiya jinan kûr dibe. Wezareta ku derbarê wan mijaran de bêdeng e polîtîkayên teşwîqkirina anîna zarokan li pêş dixe. Ji bo jinan tenê rola dayiktiyê tê armanckirin. Lê belê ji bo mezinkirina zarokan jî tiştek û derfetek jî nayê gotin. Her wiha Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku 'Pakêta dayikên ku dixebitin' amade dikin. Ev pakêta ku tê amadekirin hemû kar li ser pişta jinê dihêle, wezîfeya xwedîkirina zarokan didin dayikan. Ji bo jinan; wezîfeya yekem a jinan zarok anîne dinê, li malê mayîn, paqijkirina malê û xizmetkirina ji bo mêran e.    Jinan ji qadên kar dûr dixin   Ev yek xwedîkirina newekheviya zayenda civakî ye. Hewl didin ku jinan ji qada cemaweriyê û kar dûr bixin. Heke îktîdar samîmî be dê li dijî xizaniya jinan polîtîkayan biafirîne, ji bo heqdesteke hewpar dê bikeve nava hewldanan, li dijî kedxwariyê dê polîtîkayan biafirînin.    Em ê biryaran bidin   Lê belê em baş dizanin ku hûn polîtîkayên ku xizmetê dide jinan naafirînin. Ji ber ku di bîrdoziya îktîdarê de tunehesibandin û kedxwarî heye. Zêdebûna şîdeta li hemberî jinan, qetilkirina jinan, xizaniya jinan, êrişên li hemberî destkêftî û mafê jinan ji ber polîtîkayên îktîdarê pêk tên. Em carek din hişyar dikin; dev ji polîtîkayên serdestiya mêr û şîdeta li hember jinê diparêzin berdin. Derbarê maf û jiyanê de em ê biaxifin û biryaran bidin. Bijî têkoşîna jinan."