Hevşaredar Leyla Ayaz bi jin û ciwanan re hat gel hev 2024-07-03 13:28:27   AMED - Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz bi armanca hişyarkirina li hemberî maddeyên hişbirê û pêşxistina polîtîkayên li hemberî wê li Parka Göletliyê bi jin û ciwanan re hat gel hev.    Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz li Parka Göletliyê bi jin û ciwanan re hat gel hev. Alîkara Hevşaredartiyê Jiyan Aslan, Rêvebera Muduriyeta Xizmetên Jin û Malbatê Derya Berktaş Açmaz û xebatkarên muduriyetê û endamên Meclîsa Şaredariyê ligel Leylayê cih girtin. Xwendekarên ku ji bo konservatuara Bağ Evi amadekariyê dikin, bi erbaneyên xwe li gel Leylayê cih girtin.   'Divê her welatî û sazî berpirsiyariyê bigirin'   Leylayê di çarçoveya 26'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Madeyên hişbirê broşurên ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibûn amadekirin belav kir û bi armanca hişyarkirina li hemberî hişbirê bi jinan re yek bi yek axivî. Leyla bang li malbatan kir ku di vê mijarê de hestiyartir bin û ji bo polîtîkayên li dijî madeyên hişbir bên hilberandin, guhdarî fikir û pêşniyarên jin û ciwanan kir.    'Em ê 5 salên xwe bi hev re plan bikin'   Leylayê ji welatiyên ku hevdîtin bi wan re kir  yek bi yek bendewariyên wan ên ji şaredariyê pirsî, diyar kir ku ew dixwazin di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de wan guhdar bike, ji bo vê jî Leyla xwest ku nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin û got, "Em ê van 5 salan bi we re plan bikin."   Leyla bi taybetî bi jinên ciwan re axivî û hemû ciwan vexwend atolye û kursên şaredariyê yên li dijî tiryakê. Ciwanan jî daxwazên xwe yên çareseriya li dijî rizgarbûna ji hişbirê anîn ziman.