TAJÊ serdana jinên Iraqî kir 2024-07-03 10:20:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Bexdayê bi jinan re rûniştin û li ser rewşa jinan bi taybet jinên Êzidî û hemû jinên Iraqê nîqaş kirin.   Bi salvegera fermanê re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hevdîtinan bi jinên çalakvanên civakî û siyasî yê Iraqê re dikin. TAJÊ serdana Rabîta Jinên Iraqî kir. Li ser fermanê û destkeftiyên jina Êzidî ya 10 salan, li ser rêxistinkirina civakê bi pêşengtiya jin di Şengalê de nîqaş hatin meşandin.   Di hevdîtina ku hatî kirin de fermana ku hatiye serê civaka Êzidî ku taybet jina Êzidî tê de hat qetilkirin nîqaşên berfireh çêbûn. Êrîşên dewleta tirk yên li ser Şengalê jî mijarek sereke ya nîqaşan bû. Avabûna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser çi bingehê ye, Yekîniyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ku çawa ava bûn û li ser çi bingehekê ava bûne nîqaşên berfireh hatin kirin. Di heman demê de li ser girîngiya rêveberiya xweser di Şengalê de û sîstema wê ger di Iraq de bê fermî kirin wê çiqas bandorekî erênî bi xwe re bîne, li ser vê jî nîqaş hatin kirin.   Di hevdîtinê de hat teqezkirin ku têkiliya jinên Êzidî a bi hemû jinên Iraqê re wê jiyanek aram û wekhev di Iraq de ava bike û ji bo bihêzkirina vê têkliyê wê her kes ji aliyê xwe de kar û xebatê bike.