Sepana ku îşkenceyê kamufle dike: Tecrîd ! 2024-07-03 09:03:58     Gulistan Gulmuş   AMED - Parêzer Gulşen Demîr, da zanîn ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rasterast bandorê li girtiyên siyasî yên li girtîgehan dike. Gulşenê bal kişand ser girîngiya çalakiyên ji bo girtiyan û got, "Em her yek girtiyên potansiyel in."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliya tê girtin û hemû rêyên ragihandinê jê re girtî ne ev 40 meh in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’yan û vir ve bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û  ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên ku bi greva birçîbûnê dest pê kirin, ji 4’ê Nîsanê û vir ve bi boykotkirina dadgehan û nehiştina hevdîtina bi malbatan re berdewam dikin, tecrîda li girtîgehan bi rengê binpêkirina mafan kûrtir dibe. Di vê çarçoveyê de girtî ji ber ku gelek pêdiviyên wan nayên bicihanîn bi pirsgirêkên curbecur re rû bi rû dimînin. Yek ji van pirsgirêkan di 25'ê Hezîranê de li Girtîgeha Kampusa Amedê rû da. 32 girtî bi jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê. Rêvebera Navenda Giştî ya Parêzerên Komeleya Azadiyê Parêzer Gulşen Demîr, anî ziman ku jehrîkirin û gelek binpêkirinên mafan ji tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne serbixwe ne.   Em bi parêzer Gulşen re li ser jehrîbûna girtiyan a di 25’ê Hezîranê de li Girtîgeha Kampusê ya Amedê qewimî, li ser binpêkirina mafên li girtîgehan û li ser tecrîdê axivîn.   'Tecrîd bandorê li her ferdên civakê dike'   Gulşenê da zanîn ku ji bo tecrîda li girtîgehan bê axaftin pêwîst e tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê axaftin. Gulşenê da zanîn ku 40 meh in tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û got, “Telefona dawî ya bi birayê Abdullah Ocalan re di 25’ê Adara 2021’ê de pêk hat û ev telefon jî qut bû. Ji wê rojê û vir ve tu hevdîtin bi malbat û parêzerên wî re nehate kirin. Em di wê baweriyê de ne ku tenê bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan pênasekirina tecrîdê ne rast e. Ji ber ku li gel tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, em bi vê rastiyê re rû bi rû ne ku ev şêweyeke desthilatdariyê ye, polîtîkaya şerê taybet e. Ev yek vediguhere rêzepêkanînên ku dibe sedem her endamên civakê, bi taybetî jin û girtiyên din ên di girtîgehê de bikevin binê bandora tecrîdê."   'Di warê tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dibînin'   Gulşenê, bi lêv kir ku sîstema înfazê ya li Tirkiyeyê ji bo girtiyan aciz bike hatiye çêkirin û diyar kir ku girtiyên li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Gulşenê bi bîr xist ku di gelek peymanên neteweyî û navneteweyî de hinek madde hene ku divê mafê mirovan biparêze û wiha got: "Komara Tirkiyeyê ya ku alîgirê van peymanan e, dema ku girtîgeh ava kir, pêşiya parastina mafên mirovan girt. Gelek binpêkirinên mafan li van girtîgehan diqewimin. Ev jî dibe sedem ku kesên li hundir tên ragirtin nexweş bikevin. Ev mijarek e ku dikare wekî qonaxa yekem were hesibandin. Qonaxa duyemîn a vê yekê jî ew e ku mirov li girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê dibînin û bi pirsgirêkên hewayê, xwarin û avê û tecrîdê re rû bi rû mane. Dema em girtiyên nexweş bînin rojevê, di gihandina tenduristiyê de  astengiyên cidî dibînin. Ev yek ji bo girtiyan pir tengasiyê çêdike. Di vê demê de, ew şert û mercên ku dê bibe sedema nexweşiyê diafirîne. Dema girtî nexweş dikeve nayên tedawîkirin û bi tu awayî rêveberiyên girtîgehê erkên xwe bi cih nayne."   Hat gotin ku 'Girtî hin tiştan mezin dikin'   Gulşenê bi bîr xist ku di 23'yê Hezîrana 2024'an de li Girtîgeha Kampusê ya Amedê gelek bûyerên jehrîkirinê pêk hatin û got, dema bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîne, girtiyan gotine, rêveberiya girtîgehê gotiye "Girtî hin tiştan mezin dikin." Gulşenê wiha got: “Dema ku me hewl dida li cihê hevdîtinê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê biqedînin, me dît ku nêzî 5 ambûlans ketin û derketin. Di hevdîtinên me yên bi muwekîlên xwe re agahî hat ku ji ber cejnê nêzî 10 roj in di amadekirina xwarinê de pirsgirêkên cidî hene. Me bihîst ku gelek kesan di vê pêvajoyê de nerehetiyek  dîtin. Di dawiyê de, wê şevê, ew bi nexweşiyên giran, gazincên wek vereşîn, gêjbûn û xurînê neçar mabûn nexweşxaneyê. Nêzî 36 girtî û mehkûm rakirin nexweşxaneyê. Di wan hevdîtinan de jî em mecbûr mabû ku bi rêya muwekîlên xwe hin kiryaran bibihîzin û bibin şahid."   'Girtiyên jin bi dîlgirtineke zêde re rû bi rû ne'   Gulşenê, diyar kir ku bi taybetî jin di warê gihandina tenduristiyê de li girtîgehan di pêvajoyên dijwartir re derbas dibin û got, “Muwekîlên me yên jin berê jî behsa giliya guleyên ku ji xwarinên wan derdikevin, kiribûn. Divê li ser vê lêkolînên cidî bên kirin. Herî dawî bi girtiyek jin re hevdîtin pêk hat. Serdema ku ji dikevin kincan hene. Jin dema dikevin kincan di warê gihaştina alavên paqij de tengasiyê dibînin.  Hin bûyerên jehrîbûnê yên ji ber hewaya germ dikare pergala parastinê ya mirovan qels bike. Dibe ku girtiyên jin bi dîlgirtineke zêde re rû bi rû bimînin. Bi taybetî di demên wiha de mirov di gihandina dermanan de zehmetiyan dikişînin."    'Divê em bibin dengê girtiyan'   Gulşenê qala pêvajoya zextê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, " Ya ku dewlet dixwaze biafirîne ew e ku têgihiştineke ku dibêje ‘Marê ku dest nede min hezar salî bila sax bijî’. Girtiyên siyasî ji ber tecrîda li Îmraliyê ji meha Nîsanê û vir ve bi malbatên xwe re ne têkiliya fîzîkî, ne jî bi telefonê û ne jî beşdarî rûniştinê nebûn. Di vî alî de erka me ew e ku em hewl bidin bibin dengê wan. Pir pêwîst e ku gel dengê xwe li ser tiştên diqewime bilind bike. Divê em têkoşîna hevpar bidomînin."