Şanaz Îbrahîm Ehmed: Li Dihokê şopa dagirkeriyê 2024-07-02 15:05:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed derbarê helwesta Dewleta Tirk a li hemberî Başûr de axivî û got: "Li Dihokê şopa tiliyên dagirkeriyê diyar e, hêzên çekdar yên ser bi dewletek cîran, li ser xaka me, li Dihokê bendên kontrolê danîne û kes jî deng dernaxe.”   Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed derbarê helwesta Dewleta ya li ser xaka başûrê Kurdistanê, bi rêya hesabê xwe yê X’ê peyamek belav kir.   Şanaz da zanîn ku binpêkirinek mezin ya yasaya navneteweyî heye, hêzên çekdar yên ser bi dewletek cîran, xalên kontrolê li Dihokê danîne, diçin û tên û wiha dom dike: “Serweriya Iraqê di metirsiyê deye û kes jî dengê xwe dernaxe. Xelkê herêmê ji ber bombebaran û teqînan ditirsin, xelkê li wan herêman dibêjin, ji bo me gotine divê hun di nava 24 saetan de malên xwe vale bikin. Eger dernekevin, wê bi zorê werin derxistin û dibin bombebaranê de bimînin.   Li Dihokê şopa dagirkeriyê diyare, gelo yên ku li dijî hebûna hêzên Hevpeyman ya bi serokatiya Emerîka ya li Iraqê derdikevin, ji bo çi niha bêdengin? Gelo sewqiyata zêdetirî 300 wesayîtên zirxî, bi sedan leşkerên biyanî ya ji bo Dihokê, serweriya Iraqê naxe bin pirsyarê?   Di demek ku Bexda û Hewlêr kampên koçberan digrin û dixwazin ew vegerin ser mal û milkên xwe, lê niha Dihok li ber qeyranek nû ya koçberbûnê deye.”