Çawişên pispor ên destdirêjî li zarokan kiribûn hatin berdan 2024-07-02 14:51:30     COLEMÊRG - Çawişên pispor ên li Çelê destdirêjî li du zarokan kiribûn, piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.    Di roja dawî ya “Mîhrîcana Foto Safarî û Sporên Xwezayî ya Çelê” de konser hat li darxistin. Mîhrîcan ji hêla Walîtiya Colemêrgê ve hat organîzekirin û li navçeya Çelê hat lidarxistin. Di konserê de çawişên pispor destdirêjî li du zarokan kir. Dema xelkê navçeyê bi rewşê zanîn, mudaxileyî çawişên pispor kirin.  Di vê navberê de faîlên destdirêjiyê hatin derbkirin û rakirin nexweşxaneyê. Gelek malbatan têkildarî bûyerê gilî kirin. Piştî tedawiya li nexweşxaneyê, ji 5 çawişên pispor 2 jê li ser giliyê gel hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku çawişên pispor piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat zanîn ku çawişên pispor giliyê ciwanên mudaxile kiribûn kirin.