Desteya Jinan ya Tevgera Azadî: Li dijî dagirkeriyê yek helwest bin 2024-07-02 14:43:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bang li her kesê kir dijî êrişên dewleta Tirk xwedî yek helwest bin.   Desteya Jinan a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) derbarê êrişên Dewleta Tirk de daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke jin parastina başûrê Kurdistanê erkê xwe dibînin, pêwîste welatiyên başûrê Kurdistanê dijî dagirkeriyê xwedî yek helwest bin. Em vê dagirkeriyê qebûl nakin, weke jinên başûrê Kurdistanê emê rêbaza Viyan Soran, Leyla Qasim û Xanzad Mîr bişopînin. Em rê nadin dijmin xaka me dagir bike.   Dewleta Tirk xwedî dîrokek tije dagirkeriyê ye, li ser kolekirin û destdirêjiya ser jinan, xwedî dîrokek nêz ya dagirkeriyê ye. Li Efrîn û Şengalê destdirêjî li jinan kirin û dagirkirin. Heya em rê li van kiryarên qirêj yên dagirkeriyê digirin, pêwîste dijî dagirkeriyê em xwedî yek helwest bin.”