Ji bo meşa 'Ji Îradeyê re rêzgiritn' banga tevlibûnê 2024-07-02 12:12:31     WAN - DEM Partî, DBP û TJA'yê ji bo pêşwazîkirina çalakvanên ku tevli meşa "Ji îradeyê re rêzgiritn" wê li Parka Musa Anter bê kirin  banga tevlibûnê kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo pêşwazîkirina çalakvanên ku tevli meşa "Ji îradeyê re rêzgiritn" wê li Parka Musa Anter bê kirin daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin. Metnê daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Veysî Dîlekçî ve hat xwendin.   Veysî diyar kir ku di ser teayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê re mehek derbas bûye û got ku ev 3 serdemin tayînkirina qeyûman li ser îradeya gel nayê qebûlkirin.   Ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve bertekên li dijî qeyûm   Veysî anî ziman ku meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" ku ji Stenbolê hatiye destpêkirin dewam dike û diyar kir ku dê meşvan sibe li Parka Musa Anter a Wanê bên pêşwazîkirin û ragihand ku ew meşvanan ber bi Colemêrgê ve bi rê bikin .Veysî bang li gelê Wanê kir ku tevli çalakiya pêşwazîkirinê ya çalakvanan bibin û wan bi rê bikin.   Dê sibe bi girseyî pêşwazî bê kirin   Dê sibe saet di 15.00'an de li Parka Musa Anter daxuyanî bê dayîn, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan , parlamenterên herêmê, hevşaredar, rêxisitinên saziyên sivîl û gelek kes dê tevli daxuyaniyê bibin.