'Qeyûm darbeyek li dijî jinan e' 2024-07-01 21:12:04   ÎZMÎR - Nûnera Meclîsên Jinan a Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Tûlîn Osmanogullari li nobeda edaletê ya li dijî qeyûm hat destpêkirin axivî. Tulînê diyar kir ku ew ferqê naxin navbera têkoşîna jinan û têkoşîna li dijî qeyûman û got," Qeyûm darbeyek li dijî jinan e."   Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Meclîsên Sosyalîst li dijî tayinkirina qeyûman dest pê kiriyê di roja 11'an de dewam kir. Dayikên Aştiyê, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) û gelek saziyên sivîl û welatî beşdarî nobeda li ber Sûmerbanka Kevin bûn.   Di çalakiyê de berdilkên bi nivîsa "Em li dijî qeyûman li nobeda edaletê ne" hatin lixwekirin û dirûşma "Qeyûm darbeyek li dijî jinan e" hat berzkirin. Pankarta "Em li dijî qeyûman nobetê digirin" hatin vekirin.   'Em têkoşîna jinê û têkoşîna li dijî qeyûman cuda nakin'   Nûnera Meclîsên Jinan a Îzmîrê ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Tûlîn Osmanogullari li vir axivî û diyar kir ku ew ferqê naxin navbera têkoşîna jinê û têkoşîna li dijî qeyûman û destnîşan kir ku her du têkoşîn jî di encama polîtîkayên li dijî jinê û Kurdan ên desthilatdariya siyasî de derketine holê.   'Em li dijî qeyûman in'   Tulîn, anî ziman ku hikûmetê ji Kurdan re gotiye, "Hûn dikarin beşdarî hilbijartinê bibin, mafê we yê dengdanê û hilbijartinê heye, lê hûn nikarin weke kurdekî li vî welatî şaredariyê bi rê ve bibin. Di vî warî de têkoşîna jinan û têkoşîna li dijî qeyûman jî yek in. Weke Meclîsên Jinan ên Platforma Em ê Qirkirina Jinan Rawestînin, em di vî warî de li dijî qeyûman in."   'Em ji Fatma Altinmakas dizanin'   Tûlîn anî ziman ku ew ji Fatma Altinmakas dizanin ku çûna saziyan û nikaribin pirsgirêka xwe bi zimanê dayikê vebêjin tê çi wateyê û got, "Fatma rastî şîdetê tê, diçe midûriyeta polîsan, lê ji ber ku bi tirkî, nikare şîdeta ku hatiye jiyîn rave bike. Bi gelemperî, li gorî Peymana Stenbolê divê wergêrek li navenda polîsan hebe. Ji ber ku kesek tune ku Fatmayê bibihîze û fêm bike, Fatmayê vedigerînin mala wê û dikujin. Ji ber vê yekê em dibêjin em li dijî qeyûman in.”   'Qeyûm darbeyek li dijî jinan e'   Tûlîn destnîşan kir ku ew ferqê naxin navbera têkoşîna jinan û têkoşîna li dijî qeyûman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûm derbeyek li dijî jinan e. Em heta dawiyê li dijî vê yekê ne. Em jî li dijî qeyûm li ber xwe didin û ji vir em ji hevalên xwe yên DEM  Partiyê yên li dijî qeyûman li ber xwe didin re dibêjin 'Hûn bi tenê nemeşin'."   Çalakiya nobetê bi axaftin û dirûşmeyan bi dawî bû.