Qeymeqamtiyê hewl da destdirêjiya çawişê pispor rewa bike 2024-07-01 15:20:25     COLEMÊRG - Qeymeqamtiya Çelê derheqê destdirêjiya çawişên pispor daxuyanî da. Di daxuyaniyê de kesên destdirêjî kirinê weke kesên ne leşker nîşan da û xwest bûyerê veşêre.    Walîtiya Colemêrgê di roja dawî ya “Mîhrîcana Foto Safarî û Sporên Xwezayî” ya li navçeya Çelê de konserek li dar xist. Di konserê de çawişê pispor destdirêjî li 2 zarokan kir. Ciwanên tevli konserê bûn, bi lêdanê mudaxileyî çawişên pispor kirin. Çawişên pispor şandin nexweşxaneyê.    Qeymeqamtiya Çelê têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Qeymeqamtiyê di parvekirina xwe de kesên destdirêjî weke kesên ne leşker nîşan da û piştrast kir ku çawişên pispor 239 promîl alkol bi kar anîne. Qeymeqamtiyê îdia kir ku kesê bi navê Y.P. hatiye binçavkirin û kirariyên îdarî û edlî didomin.    Qeymeqamtiya ku tacîz veşartî, bi gotina “destê hev girtine” hewl da tacîzê rewa bike.