Têkildarê destdirêjiya li Kayserî qedexeya weşanê hat dayîn 2024-07-01 14:49:57     KAYSERÎ - Têkildarê destdirêjiya li Kayserî qedexeya weşanê hat dayîn.   Li navçeya Melîkgazî ya Kayseriyê hat gotin ku destdirêjî li zarokekê hatiye kirin. Piştî bûyerê komek li hev civiyan û êrişî dikanên aîdî penaberên ji Sûriyeyê kirin. Polîsan kesê ku tê gotin zarok îstîsmar kiriye, kirin binçavan. Piştre koma ku civiyan, wesayîtên aîdî penaberan qelibandin û hin dikanên wan şewitandin.    Di çarçoveya lêpirsîn de biryara qedexeya weşana nûçeyan hat dayîn. Biryar ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kayserî ve hatî dayîn û wiha hat gotin: “Bi armanca parastina malbata mexdûr, piştî bûyerê ji bo pêşî li zêdebûna bûyerên civakê were girtin, bûyerên civakî ên ku di qewimin û dîmenê zaroka mexdûr di ragihandinên ku li ser înternet û medyayê xebat didin meşandin, her cûre weşanên weke ropartaj, rexne heta qonaxa lêkolînê bi dawî bibe, biyara qedexeyê hatiye girtin.”