Rêxistina Sara pêngavek da destpêkirin 2024-07-01 13:13:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara, li dijî tundiya li ser jinan pêngavek ji bo du mehan da destpêkirin.   Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê pêngavek li dijî diyardeyên civakî yên xetere yên li ser jiyana jinan da destpêkirin. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Sara ya li taxa Hilko ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan û komeleyên têkildarî zarokan hat xwendin.   Daxuyanî ji aliyê berdevka Rêxistina Sara Reşa Derwîş ve hat xwendin. Reşa Derwîş diyar kir ku pêngav bi dirûşma "Em hêvî ne. Em aştî ne" ji îro (1’ê Tîrmehê) ve dest pê dike.   Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku tundiya li ser jin û keçan yek ji binpêkirinên herî zêde belav e, domdar û wêranker li cîhanê ye.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demên dawîn de bûyerên kuştin û xwekuştina jinan zêde bûne û sedema vê zêdebûnê spart "Hişmendiya baviksalar a xwe li ser civakê ferz dike û têgînin paşverû yên ku îradeya jinan lawaz dikin".   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Ji bo rê li ber diyardeyên civakî yên jiyana jinan dixe metirsiyê û dihêle jin bibin qurbana hişmendiya baviksalar, em pêngaveke hişyarkirin û zanekirin didin destpêkirin. Pêngav dê 2 mehan dewam bike û li tevahî gund û bajarokên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were."   Di daxuyaniyê de qanûna malbatê, pêkanîna wê li ser erdê, cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên rêgirtina li ber tundiyê hatin vegotin.