Li Amedê ji bo tenduristiya jinan semîner hat lidarxistin 2024-06-29 13:53:38     AMED - Midûriyeta Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Rezan, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê û KETEM'ê semînera pençeşêra pêsîrê û pençeşêra malzarokê dan.   Bi hevkariya Midûriyeta Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Rezanê, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê û KETEM'ê semînera perwerdeyê li ser pençeşêra pêsîrê û pençeşêra malzarokê hat organîzekirin. Semînera ku li Mala Jinê ya Kardelenê hat lidarxistin bi dirûşmeya “Teşhîskirina zû jiyanê rizgar dike” hat lidarxistin.    Perwerde ji aliyê Bijîşk Zekiye Ekîn a KETEM'ê ve hat dayîn.   Zekiye bi slaytan agahî da jinan, bal kişand ser girîngiya xwenasînê û bi awayekî pratîkî nîşanî jinan da.   'Li dijî pençeşêra malzarokê divê aşiya HPV'ê bê kirin'   Zekiyeyê ku der barê pençeşêra malzarokê de jî agahî da, diyar kir ku faktora herî mezin vîrûsa HPV ye. Zekiye destnîşan kir ku bi aşiya  HPV'ê meriv dikare pêşî li pençeşêra malzarokê bigire û destnîşan kir ku tespîtkirina nexweşiyê di qonaxên destpêkê de di tedawiyê de serketinê pêş dixe.    Zekiye her wiha bal kişand ser girîngiya bilindkirina parêzbendiyê ya di vî warî de.   Zekiye her wiha rê û rêbazên pêşîlêgirtina pençeşêra malzarokê jî vegot û pêşniyar kir ku hemû jin bi rêkûpêk muayeneyên jineolojiyê û testa "Pap Smîr" bikin.   Zekiye her wiha diyar kir ku li hemû KETEM'an bêpere û bê randevû kontrola penceşêrê dewam dike.