‘Hemû civak di bin êrişê de ye’ 2024-06-29 09:03:04     Elfazî Toral   STENBOL - Jinan diyar kirin ku hemû civak di bin êrişan de ne û gotin: “Deshtilatdariya AKP-MHP’ê  li ser hemû aliyên civakê hewl dide pratîka qeyûm bike pratîkê. Di vî alî de divê em di hewldana hevparbûna têkoşînê de bin.”   Ji bo şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de cara sêyemîn qeyûm hat tayînkrin. Piştî biryara qeyûm, jin, ciwan, hunermend, hêzên ked û demokrasiyê û ji her aliyê civakê bertek hat nîşandan. Xespkirina îradeyê di rojeva hemû kesî de ye.    Jinan jî bertekên tund nîşanê qeyûman dan û diyar kirin ku bi qeyûman re civak hedef hatine girtin û çavkaniya vê jî tecrîda li girtîgehan e. Jinan gotin ev rêbaza teslîmgirtina civakê ye.   Desteserkirina îradeyê   Endama Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Meryem Guneş wiha got: “Ji dema Osmaniyan heta niha li hember kurdan pratîka desteserkirina îradeyê di rojevê de ye. Bi taybet piştî darbeya 1980’ê şûnde  ne tenê li girtîgehan li ser gel jî rêbaza îşkencê pêk tê. Desthilatdarî tehemul nake. Ji bo vê jî dest dide ser îradeyê. Ez jî wek keseke ku li dijî vê têdikoşim, îtîrazê polîtîka qeyûm dikim.”   ‘Civak di bin êrjşê de ye’   Meryemê di berdewamiyê de da zanîn ku xespkirina îradeyê polîtîka hilweşandina têkoşîna tevgera jinên kurd, tevgera azadiya kurd û jinên femînîst e û wiha dawî lê anî: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê pratîka qeyûmkirinê xistiye jiyanê. Li hember hemû aliyan pratîka qeyûm di meriyetê de ye. Di vî alî de divê em têkoşîna xwe hevpar bikin. Hemû civak di bin êrîşê de ye. Li girtîgehan jî polîtîka tecrîdê tê meşandin. Cezayên hucreyê li girtiyan tê birîn. Polîtîka qeyûm çawa civakê teslîm digire, li girtîgehan jî tecrîdê li ser girtiyan pêk tîne.”   ‘Destkeftiyên jinan hedef tên girtin'   Welatiya bi navê Naîme Tuga jî bi gotinên ‘îradeya kurdan tune tê hesibandin’ dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Dema hilbijartin hatin kirin hevşaredaran serî li YSK’ê dan û tu pirsgirêk derneket, hevşaredar hatin hilbijartin. Piştî hatin hilbijartin sûc dan ber wan û hatin girtin.Ev xespkirina mafê gelê Kurde. Divê hemû gel li dijî vê têkoşînê bimeşînin. Deskeftiyên jinan bi polîtîkayên qeyûm hedef tê girtin. Polîtîka qeyûm qada jiyana jinan her diçe teng dike. Li ser bedena jinan polîtîka tên meşandin. Ciwanan ji rê derdixin û dikin furya fuhuş û hişbirê. Divê demidlest dest ji van polîtîkayan berdin. Bi van polîtîkayan nikarin kurdan tune bikin.”   ‘Em ê bi ser kevin’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Makbule Yilmaz jî nêrînên xwe anî ziman û daxuyakirin ku wê li dijî zextên AKP-MHP’ê serî netewînin û got: “Em ê tu carî li dijî vê dewletê serî netewînin. Me jinan heta îro têkoşîn meşand.  Em ê ji vir şûnde jî têbikoşin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Em polîtîka qeyûm red dikin. Em ê mafê xwe şûnde bigirin.”