Axaftina Kwestan Dawudi a di Panela Jîneolojiyê de kiriye (2) 2024-06-28 09:02:02     "Li Rojhilat jin û zarokên keç ji bo azadiyê li qadan meşiyan û bûn parçeyek têkoşînê.Piştî vekişîna pevçûnan jinên kampan vegeriyan malên xwe. Lê dema vekişînê li gorî min dema herî rast bû ku jin tevli têkoşînê bibin."   Amadekar: Necîbe Qeredaxi   Çar salan girtî mam, salekê di girtîgeha Rezaye, salên din di girtîgeha Tehranê de. Em du jinên Kurd girtî bûn. Min Tîrkî fêm nedikir. Lê min fêm kir ku digotin ev Kurdin hun çi bi wan  dikin bikin. Dema me girtîgeh cuda bûn. Heqaretên mezin li girtiyên siyasî û jinên Kurd dikirin.  Wan salan girtîmayîn pir zehmet bû. Yên wê demê hatin darvekirin niha hebûna wê baweriya bi têkşoînê winda bikirana. Terz û siyaseta wan salan wek têkoşîna netewa Kurd a jinan jî şûnde xist.   Jinek ciwan bi nameyê hatibû girtin. Şeva dibirin darvekirinê qet neditirsiya. Bi wêrekî got ez natirsim û ez we dizanim hûn min dibin kû.  Dîroka têkoşîna jinên Rojhilat ji ber vê girînge. Ji ber nayê axaftin û nîqaşkirin. Wê demê jî behsa jinan nekirin. Ji bo girtiyên siyasî jî tiştek nekirin. Mînak ji bo 60 girtiyên siyasî. Lîsteyek min heye. Destê me de daneyên rast tune ne. Mînak ji 1953’an heta 1962’an  sê an jî çar xwişk hatine darvekirin. Kesî behsa wan nekiriye; ji ber perwerde tune ye.    Hinek siyasetmedarên Kurd ên mêr,piştî înfazkirina ciwanên Kurd yên li girtîgehan şûnde, li şûna namzeyên sersaxiyê binivîsin, gotin ‘Komara îslamî ji ber xwişk û birayên we nebûn îtîrafkar darve kirin û em ji ber vê kêfxweşin.’ Niha jî heman kes rudinin bi raqîbên xwe re reformê nîqaş dikin.   Der barê girtina Sakîne Casiz de mijarek girîng tê nîqaşkirin.Çawa tevli rêxistina gel bû. Li ser vê axaftin wek peywirek mirovahî dibînim. Behsa 1982’an dikin. Dema li Bakur Sakîne Cansiz hebû li Rohilat bi sedan Sakîne hebûn. Di dîroka Kurde  tevî polîtîka hov a Komara îslamî, jinên Kurd li girtîgehan têkoşîn meşandin.   Li Rojhilat jin û zarokên keç ji bo azadiyê li qadan meşiyan û bûn parçeyek têkoşînê.Piştî vekişîna pevçûnan jinên kampan vegeriyan malên xwe. Li şûna li partiyê cih bigirin û şer bikin li malê man. Ji berxwedêrekî re dibêjin çima zewacê tercîh nakî. Bersiva vê di dîrokê de veşartiye. Zewacê darbeya herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê da. Serkeftina herî mezin a tevgrê azadiya berxwedêran bû. Lê em çawa ketin kemînê? Li Kampan.   Dema vekişînê li gorî min dema herî rast bû ku jin tevli bibin. Qe nebe 6-7 salan berdewam kir. Têkçûn hat jiyîn. Ber bi xerabiyê ve çûn. Hîna jin hene lê hejmar kêm e. Çi dikin bila bikin her tişt li hesabê mêran hat nivîsîn.   Hejmarek kêm a jinan hevjînên komîteyên navendî bûn û li kampan peywirdar bû. Malên komîtyên navendî û sekterên giştî cuda bûn. Hîna jî didome. Her kesê li Zerguzî vê dizane. Jin ji destpêkê de tevli têkoşîna entelekturel nebûn. Di rizgarkirina vê îdeolojiyê de Sakîne Cansizek din hebûna wê cuda bûna. Tevî hemû jinên di partiyê de nêrîna jinan nedihat girtin, nîqaş tunebûn, yên hebûn jî hevjînên komîteya navendî bûn. Yên der barê Rojhilat de biryar dan hevjîn bûn.    Ji dema srhildana li dijî rejîma Şah heta piştî şreşê, jin bêçare bû, bê perwerde, hatibûn hiştin. Hemû peywir li ser milê wan bûn lê nedihatin nasîn.  Piştî ji girtîgehê derketim hatim Ewropayê van koman xwestin ez ji bo wan bixebitim. Bi şev û roj xebitîm. Min karê 50 kesî kir lê behsa navê min nehat kirin.  Belê raste mirov ji bo nav naxebitin lê hemû serkeftin wekî yên mêran hatin dîtin.   Rûdayîna pevçûnan a li herêmên din yên Kurdistanê li ser jin û mêran zirarên mezin kirine. Di 36 salên dawî de rejîma dagirker hîn bêtir tund tevgeriyaye. Dibêjin Rojhilat tenê ye û bê kes e. Ev pirsên xweşin, çima ev hemû bûn?   Di bin vê dagirkeriyê de jin li gorî rêbazên olî dijîn, li gorî serdestiya mêr ol dijîn.Jin nîvê mêrane lê ji mêran kêmtir tên dîtin.  Girtina serî, dest, lingan li jinan ferz dikin. diyare rêbazên olî zirarek çawa dide jinan. Mînak hişkessalî, erdhej, tiryakbûn sûcê jinan tê dîtin. Jin beriya bikevin kemîna wan bdibin qurbana bav, bira û hevjînan. Ji ber musîbeta wan tê serê jinan. Pisgisrêkên aborî hene. Destberdan û fuhuş girêdayê aboriyê ye.    Karên rojane tune ne, karê kolberiyê heye û hûn diznain çawa ye.  Bikaranîna hişbirê pir zêde ye li Îranê. Li Îlamê hejmara jinên Kurd yên întîxar dikin, xwe dişewitînin ji sedî 72 ye. Rêjea întîxara li Kurdistanê li gorî jinên Îranê pir zêde ye. Trajeiyek din jî întîxar û zarokên ji aliyê malbatê ve tên qetilkirinê ne.    Azadiya Başurê Kurdistanê bandorek erênî li parçreyên din yên Kurdistanê kiriye. Jinên Rojhilat, fêmkirin ku azadiya neteweyî bi azadiya siyasî pêkane. Fêmkirin ku li Îranê têkoşîna azadiya neteweyî pêkane. Ji Rojhilbat jin ji bo azadiya çandî û siyasî çûn Başur. Ji bo perwerde û derfetên kar ji Rojhilat çûn Başûr. Hejmara xwendekarên jin di salên dawî de li Urmiyê, Kirmanşah, Sanandîj, Saqqez, Mahabad û Bukan zêde bû.   Hejmara kanal û bernameyên televîzyonan zêde bûn lê li ji ber pêşneketina çandî ya li Başur, pêşî li serkeftina jinên Rojhilat jî hat giritn. Paşverûtiya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, ji bo jinên Rojhilat dem dem gotinên nebaş hatine bikaranîn. Jinên Rojhilat ji jinên Îranê nayên veqetandin. Bêrêzdarî tê kirin. Li pişt vê mijarê polîtîkaya Komara Îslamî heye.    Demek berê ji bo konferansekê çûm Başur. Jinên aktîf têkoşînê dimeşînin pirsa çima jinên Rojhilat ji bo fuhuşê tên Başur, pirsîn. An jî gotin jinên Rojhilat çima evqas gotin axwe aşkera dibêjin.Jin^ne Rojhilat tiştên ji bo mêran dikin, em jinên Başur ji bo mêran nakin. Ev hemû planên Komara îslamî ne. Lê rayedarên herêma KUrdistanê di belavkirina van gotinan de ne bê alî ne. Ez dibêjim ku jinên Rojhilat ne xwedî van taybetiyane. Piranî jinên ji Rojhilat çûne ji ber zilma rejîma îslamî reviyane wir. Lê heman guman  der barê Pêşmergeyên Partiya Komunîst de jî zêde ne.   Polîtîka Tirkiyeyê ya ji bo jinên Başur jî polîtîka vekiriye. Hemû bername û fîlmênTirkî yên li başur tên weşandin mriovan ber bi paşverûtiyê ve dibe. Armanc tunekirina kareketên jinên Kurd e.  Başur di alî siyasî, aborî, civakî, perwerde û jinan de serketîba, wê jinên Rojhilt di rewşek cuda de bûne.  Başur di alî çandî de pêşketa wê bandora li ser jinên Rojhilat bikira.   Ji ber sedemên cuda tevgera azaidyêya bakur li ser jinên Rojhilat raste rast bi bandor nebû; ji ber wê demê di rêxistibûna xweser de bûn. Ez behsa rola Med TV nakim. Ez piranî behsa berxwedanê dikim. Lê ji 2004’an û tecrubeyên rêxistinê şûnde tevlibûna ciwanan a tevgera azadiyê zêde dibe, beşek van ciwanan jinên ciwanin. Piraniya van di pozîsyona lîderiyê de ye. Dema mirov bi van ciwanan re rudiniştin dibûn xwedî hêvî. Tevî hemû neyiniyan jinên Rojhilat tevgerê de cih girtin.    Encam:   Li gorî min jinên Rojhilat li sê beşan vediqetin. Yek ji vê; Komara îslamî ya dagirker e. Ya din rêveberiya herêmî ya Kurdistanê; dikaribû wekhev, pêşketî û homojenbûna lê nebû. Ya sêyemîn; Tevgera azadiyê ye.  Têkoşîna jinên Bakur bû semol, ji bo jinên Rojhilat jî bû piştgirî û stargeh.   Niha ji derveyê Kurdistanê li Swêdê gelek berxwedêrên jîr hene. Pêşniyarek min heye, kesê derfetê wan heye dem bi dem serdana wan bikin wê gelek baş be. Ji ber tecrubeyên mezin jiyane.   Hevalno ev nîqaş me ber bi pirsa ‘em çi bikin?’ ve dibe.    Ji ber guhdarkirina we spas dikim…   Ev nivîs ji hejmara 28’an a mijara dosya ‘rojhilat’ ya kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.