Ji mêrê ku êrîşê jinan kir îtîrafa kuştinên kiryar nediyar 2024-06-27 20:59:17   AMED - Li Peyas a Amedê di sîteyekê de jin û zarok ketin hewzê û komekê êrîşê jin û zarokan kir. Mêrekî îtîrafa kuştinên kiryar nediyar kir û tehîd kir.   Li navçeya Peyas a Amedê di sîteyekê de jin û zarok ketin hewzê. Komeke di sîteyê de jin û zarok tehdîd kirin. Dîmen di çapemeniya dîjîtal de hatin weşandin û di dîmenan de ewil dayika mêrê ku tehdîdan dike  bi gotinan êrîşê jinan dike û piştre kurê wê û kesên din yên malbatê tevli nîqaşê dibe.   Di dîmanan de gotinên ‘me bav û kalên we kuştin, hîna cihê gora wan ne diyare. Hûn kîne diaxivin?’ balê dikşînin. Li aliyê din jî di dîmenan de dîtin ku şêniyên taxê jî bertek nîşanê êrîşê didin.   Li ser çapemeniya dîjîtal bertekên li dijî dîmenan didomin.