Nobeda 'Îradeyê re rêzgirtin' koma duyem dewer girt 2024-06-27 15:46:12       COLEMÊRG – Di roja 3'yan a nobedê de ku bi dirûşmeya “Ji îradeyê re rêzgirtin” hate destpêkirin de, koma duyemîn ku ji Mûş û Wanê hat dewer girt.      Di 3’ê Hezîranê de bi biryara Wezareta Karên Hundir qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat tayînkirin.  Li bajêr di 25’ê Hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Koma duyemîn a ji hevşaredar, endamên meclîsê û hilbijartiyên navçeya Wan Westan (Gevaş) û navçeya Mûşê Milazgir pêk tê, nobeda li ber walîtiya bajêr dewer girt.    Koma ku di 25’ê Hezîranê de li Colemêrgê dest bi çalakiya yekemîn a nobedê kir ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Colemêrgê pêk dihat li navenda bajêr  heyet pêşwazî kir.   Li ber avahiya walîtiyê meşek hat lidarxistin    Koma duyemîn jî ku bi çepikan hat pêşwazîkirin, bi pankarta "Em ê Tecridê Bışikinın Qeyûman Bışînın" berz kirin.   Girseya hat ber walîtiyê û li wir daxuyanî da.   'Çalakiyên me wê heta dawiyê bidomin'    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn ku destpêkê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku "nobeda rêzgirtina îradeyê" bi tevlîbûn û biryardariya komên ji bajar û navçeyên derdorê dewam dike. Kadir wiha got, "Em spasiya heyeta navçeyên Gûrpinar, Taşliçay û Başkale yên ku ewil hatin bajêr û heyeta Malazgirt û Gevaşê ku wek koma duyem hatin dikin." Endamê Meclisa Şaredariya Elbakê Mehmet Salîh Ozdemîr diyar kir ku ew ji bo li dijî desteserkirina qeyûman dengê xwe bilind bikin hatine û heta encam negirin wê çalakiya xwe bidomînin û got, “Em helwesta nehiqûqî ya qeyûmê qebûl nakin.Em bixêrhatina şanda nû dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."   'Serkeftin ya me ye'   Li ser navê navçeyên Milazgir û Westanê yên ku çalakî li dar xistin, Hevserokê Navçeya Milazgirê yê DEM Partiyê Kemal Ozer axivî û got, “Em spasiya her kesê ku li dijî polîtîkayên zext û zordariya li ser gelê Kurd li ber xwe didin û çalakiyan li dar dixin, dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku weke her kurdekî berxwedêr li dijî zilm û zordariyê xwedî li çalakiyan derkevin. Serkeftin ya me ye, ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazim."   Piştî axaftinan her du kom bi dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Colemêrg warê me şaredarî karê me” ber bi qada çalakiyê ve meşiyan.    rêxistina parêzgehê lê bû meşiyan.