ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-26 09:00:00     *Berdevka Dengê Jina Karker Serpîl Topal xebata ‘dengê jinênn karker’ nirxand û got: “Di serî de ji bo daxwazên jinan bê dîtin, li dijî binpêkirina keda karkeran, em perspektîfa Dengê Jina Karker, pêşniyar dikin.” DÎMEN HEYE   *Di 29’ê Hezîranê de li dijî qeyûman wê li Qada Kartalê mîtîng pêk bê. Jinan ji bo mîtîngê bang kirin û diyar kirin ku bi yekitiya hêzê re dikare dawî li polîtîkayên qeyûm bên anîn û banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN    *Li Kurdistanê şewatên daristanan yên 10 salên dawî de zêde bûne, bi awayekî cidî jiyan û ekosîstemê tehdîd dikin. Di vê dema ku şer û operasyonên leşkerî zêde bûne de, şewatên daristanan jî gihiştine astek dijwar. Jin, zarok, kal û pîr li dijî van şewatan bêçarene û tabloyeke bi êş dertê holê.   *Jinên li herêma ku karaset lê hat jiyîn, diyar kirin ku ev 2 meh e li gund ceyran tune ye û dişînê de jî ceyrana tune ye û ji bo mêvanên tên şînê li ser agirê ku pê dixînin çayê çêdikin. DÎMEN HEYE