Li Bismilê wesayita karkeran qelibî: 8 kes birîndar bûn 2024-06-25 16:15:02       AMED - Li Bismilê kamyoneta karkerên çandiniyê dibir qeza kir û di qezayê de 3 jê bi giranî 8 kes birîdar bûn.    Li navçeya Bismila Amedê komyoneta karkerên demsalî yên pembûyê dibir bi wesayîtekî re li hev ketin. Di qezaya trafîkê de 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên bi dest ketine qeza di dema nîvro de pêk hat û kamyoneta bi plakaya 60 ABU 692 a karkeran ji zeviyê dianî, bi wesayîta plakaya 54 KZ 080’an re li derdora taxa Akpinarê ser û ser li hev ketin.   Piştî agahîdayinê tîmên agirkujî û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxileyên ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hatin kirin. Dermankirina birîndaran didome.