Daxwaza girtina bersûcê êrişa zayendî hat redkirin 2024-06-25 15:40:55     RIHA - Daxwaza girtina keyayê gundê Morcuko ya navçeya Halîliyeyê yê berê Nîhat Yildirim ku bi sûcê îstîsmarkirina zarokekê tê sûcdarkirin, dîsa hate redkirin.    Keyayê gundê Morcuko yê navçeya Halîliye ya Rihayê yê berê Nîhat Yildirim dema hêj li ser peywira xwe, bi îstîsmarkirina zaroka 14 salî ya bi navê Z.K. dihat darizandin. Di danişînê de Nîhat Yildirim û dayika zarokê ya bi navê Zehra K. tên darizandin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Bûyera îstîsmarkirinê di sala 2021’ê de dest pê kir û 2 salan domiya. Hevala Z.K. ya bi navê Z.S. jî bû şahida îstîsmarê. Piştre di 25’ê cotmeha 2023’yan de her du bi hev re çûn Midûriyeta Şaxa Zarokan û bûyer vegotin. Bûyera îstîsmarê bi vî awayî derket holê. Z.K. bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Z. K.'yê, parêzerên bersûc û parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê jî di danişînê de amade bûn.    Şahidan îfade guhertin   Di danişînê de li birayê Z.K. yê 9 salî M.E.K. û hevala wê Z.S. jî hate guhdarîkirin. Ji şahidan M.E.K. îfadeyên xwe yên di pêvajoya lêpirsînê de red klir û îdia kir ku xwişka wî Z.K. pere dayîne wî. M. E. K. ji ewil qebûl nekir û got ku li wesayîta Nîhat siwar nebûne. Lê piştre got ew û xwişka xwe bi hev re lê siwar bûne û tiştên hevnegirtî got.    Ji şahidan Z. S. jî di pêvajoya lêpirsînê de gotibû ku Z.K. rastî îstîsmara fîzîkî hatiye lê ev îfadeya xwe red kir û wiha got: “Ez Yildirim nas nakim. Min bûyer bi çavên xwe nedîtiye. Min tiştên hevalên min gotibû dubare kir. Min nedizanî ev bûyer dê heta vê astê bê.”   Z.K. a ku tevî hevala xwe hatibû ÇÎM’ê û gotibû ku hatiye îstîsmarkirin jî îfadeya xwe ya di danişîna berê de ku gotibû giliyê xwe paşve dikişîne, dubare kir.    Nehate girtin   Parêzerên Z. K. xwestin ku îfadeyên ewil ên mexdûr û şahidan esas bên girtin û diyar kirin ku mexdûr û şahidan ji ber zextan îfadeyên xwe guherandine. Parêzerên mexdûrê û parêzerên saziyan xwestin ku Nîhat were girtin.    Dadgehê daxwaza girtina bersûc red kir. Dadgehê biryar da ku rewşa hefsê malê ya bersûc û şertê kontrola edlî ya ji bo dayika Z.K.’yê Zehra K. bidome. Danişîna dozê taloqî 4’ê mijdarê hate kirin.