Cenazeyê Sultan Dag li nexweşxaneyê tê sekinandin 2024-06-25 15:32:34     ÊLIH - Cenazeyê Endama YJA-STAR’ê Sultan Dag a di pevçûnekî li Kercewsê de jiyana xwe ji dest dabû, di morga nexweşxaneyê de tê ragirtin. Dermankirina 3 birîdaran jî didome.    Operasyona li herêmên çolter ên gundê Xirbêkûra Herêma Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê di 18’ê Hezîranê de hatiye destpêkirin û di 22’yê hezîranê de belavî çolterên navçeya Kercewsê bûye berdewam dike. Ji herêma ku pevçûn derketiye 3 birîndar û 3 cenaze anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.    Cenazeyên endamê HPG’î Şakîr Erdemcî û endama YJA-STAR’ê Zeynep Ozkanê di 21’ê Hezîranê de li Mêrsîn û Şirnexê hatin veşartin. Cenazeyê endama YJA STAR’ê Sultan Dag a di operasyona 23’yê hezîranê de li Kercewsê jiyana xwe ji dest daye, di morga nexweşxaneyê de tê sekinandin û dermankirina Zeynep Nîbat a birîndar anîne nexweşxaneyê jî didome.    Malbata Sultanê ji bo cenazeyê xwe bistînin bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku dozger di hevdîtinê de ji malbatê re gotiye ku ew ê êvarê cenazeyê Sultanê teslîm bikin. Cenazeyê Sultanê dê li navçeya Mehserta Mêrdînê were veşartin.    Hat destnîşankirin ku Hasret Kaçar, Nûrettîn Tekîn û Zeynep Nîbat ên di herêma operasyonê de birindar bûne, xistine qawîşa Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.