Jinan li Enqereyê bang kirin: Wê qeyûm here 2024-06-24 20:53:35   ENQERE-Jinan li Enqereyê li dijî xespkirina îradeya gelan dengê xwe bilind kirin û gotin wê qeyûm here.    Çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê dewam dikin, îro jin bi banga Platforma Jinan a Enqereyê li ber Şaredariya Çankayayê ya li Kolana Sakaryayê li hev civiyan. Li vir li ber pankarta “Jin ji bo Colemêrgê li ser erka xwe ne” dest bi çalakiya rûniştinê kir.   Jinan bê navber dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan", "Qeyûm darbe ye", "Bijî berxwedana Colemergê", "Qeyûm wê biçe, em ê bimînin" berz kirin. Jinan bendikên reş li milên xwe girêdan.   'Polîtîkayên mêtînger ên hikûmeta tifaqa AKP-MHP'ê'   Li ser navê platformê Buse Ûçer daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ew hewl didin cîhaneke serdest a mêr ava bikin û got, "Bi awayekî zelal derketiye holê ku polîtîkayên mêtînger ên hikûmeta tifaqa AKP-MHP'ê jî, di pêvajoya xweavakirin û xurtkirina dewletê de bûne pêşeng. Polîtîkayên şer ên li ser gelan, baweriyan, kedkaran, jinan û LGBTIyan di hemû qadên jiyanê de esas tên dîtin. Di vê serdemê de ku neteweperestî û zayendperestî di lûtkeyê de ye, arasteya yekemîn a her cure polîtîkayên faşîzan têkoşîna jinê û destkeftiyên jinê ye. Îktîdara siyasî hewl dide destkeftiyên ku jinan bi berxwedan û têkoşînê bi dest xistine tune bike û li şûna wê jî jiyaneke serdest a mêr ku tê de tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan weke asayî tê kirin ava bike."   'Em jin qeyûm baş nas dikin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de Buse wiha got: “Em jin têdigihêjin ku qeyûm tê çi maneyê. Weke demên berê, di vê serdemê de jî çalakiya yekemîn a qeyûman hilweşandina avahiyên ku ji aliyê jinan ve hatine avakirin bû. Li Amedê jî midûrê daîreya jinan ji aliyê qeymeqam ve ji wezîfeyê hat girtin û hat binçavkirin."   'Ne tenê qeyûm, ev hikûmet wê derkeve'   Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher jî mafê axaftinê girt û got, “Demeke dirêj e jin li qadan deng derdixin, îro ne tenê li ser vîna gelê Kurd, li her derê qeyûm tayîn dikin. Rejîma sîstematîk a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Şewata li Mêrdîn û Amedê îro di her aliyê jiyana me de ye. Îro divê em zêdetir bi hev re bijîn. Di heman demê de polîtîkayên wesayetê çi bûn? Ne tenê qeymeqam, dê ev sîstem û ev hikûmet jî biçe."   Piştre jinan bi lêxistina tembûrê nobet berdewam kirin.