Duyemîn Doza Kobanê sibe dest pê dike 2024-06-24 13:15:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hinceta bûyerên Kobanê derheqê 5 siyasetmedarên HDP’î de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê sibe bê lidarxistin. Siyasetmedar ji kesên di bûyerên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayîn tên sûcdarkirin.    Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li hemberî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatibûn lidarxistin. Bi hinceta çalakiyên Kobanê, derheqê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê sibe saet di 10.00’ê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin.    Doz dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê were lidarxistin û ji bo her siyasetmedarekî/ê 38 caran cezayê muebbeta giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê tê xwestin.     Îdianame di 22’yê gulanê de ji 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê re hatibû şandin. Îdianame ji 298 rûpelan û ji du beşan pêk tê. Di beşa ewil a 183 rûpelan de navên “kuştî û mexdûran” cih girtibû. Di beşa duyemîn de jî kitekitên çalakiyên Kobanê cih girtiye.