Cenazeyê Zeynep û Şakîr di dorpêça polîsan de hat veşartin 2024-06-22 10:46:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Zeynep Ozkan li Basa, yê Şakîr Erdemcî jî li Toroslarê hatin definkirin.    Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan li navçeya Basa û cenazeyê endamê HPG’ê Şakîr Erdemcî jî li Goristana Guneykentê ya Mêrsînê di dorpêça polîsan de hatin veşartin.   Şirnex   Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan 18'ê hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê. Rêveberên MEBYA-DER'ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Cenaze di bin dorpêça polîsan de li goristana gund hat veşartin.    Mêrsîn     Endamê HPG’ê Şakîr Erdemcî 18'ê hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê lawê xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir Mêrsînê. Cenaze di dorpêça polîsan de hat veşartin. Tenê destûra 4 ferdên malbatê hat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Cenaze di dorpêçê de li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslara Mêrsînê hat veşartin.