Cenazeyê Zeynep Ozkan ji nexweşxaneyê hat girtin 2024-06-21 21:57:18     ÊLIH – Cenazeyên Zeynep Ozkanê û Şakîr Erdemcî ku li herêma Mawayê ya Heskîfê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneyê hatin girtin.   Cenazeyên Zeynep Ozkan a YJA-Starî û Şakîr Erdemcî yê HPG'î di operasyona leşkerî ya di 18'ê Hezîranê de li gundê Xirbêkûr ê herêma Mawa ya Heskîf a Êlihê hat destpêkirin jiyana xwe ji dest dan, ji bo bên definkirin ji nexweşxaneyê hatin girtin.   Malbat ji Mêrsîn û Şirnexê hatin serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan. Piştî serlêdanê malbatan cenazeyên xwe li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê teşxîs kirin.   Cenazeyê Zeynep Ozkanê wê li Şirnexê û yê Şakîr Erdemcî wê li Mêrsînê bê defin kirin.   Her wiha Hasret Kaçar û Nûrettîn Tekîn ên birîndar bûn jî, li nexweşxaneyê tên dermankirin.