Li Swîsreyê name ji CPT’yê re hatin şandin 2024-06-21 20:23:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn ku li Aaraûyê xebat dimeşîne, ji bo azadiya Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan hezar û 49 name ji CPT’yê re şand.   Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Aaraûyê ku li Swîsreyê xebat dimeşîne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan hezar û 49 nameyên îmzekirî ji Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) re şand.   Gelek endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraûyê jî ku li ber Postaxaneya Aaraûyê li hev civiyan, piştgirî dan.   Berdevka Meclîsa Jinê ya Rojbîn Demîr bang li CPT’yê kir ku berpirsyariyên xwe yên ji bo Îmraliyê bi cih bîne û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê bêdedaletiyê bêdeng nemînin. Rûken Demîr diyar kir ku bêdengiya CPT’yê tecrîdê kûrtir dike.   Di daxuyaniyên li ser navê komîteya Aaraûyê de hate diyarkirin ku heta azadiya Abdullah Ocalan wê têkoşînê bidomînin.   Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” nameyan ji CPT’yê re şandin.   Kampanyaya ku ji 19’ê Hezîranê ve li Swîsreyê tê berdewamkirin, 22’yê Hezîranê li Basel 24’ê Hezîranê li St Gallenê, 25’ê Hezîranê li Luzernê û 26’ê Hezîranê li Bernê dewam bike.