Li ber girtîgehan bang kirin: Divê demildest tecrîd rabe! 2024-06-21 19:06:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên "Deng bide azadiyê" de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî li ber girtîgehan hatin destpêkirin, peyama "Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin" hat dayîn.   Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatin destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro jî li gelek bajaran li ber girtîgehan di çalakiya "Deng bide azadiyê" li hev kom bûn.   Îdir   Xizmên girtiyên li Îdîrê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenter Yilmaz Hun li ber Girtîgeha Girtî ya Îdirê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bikin" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.   Parlamenter Yilmaz, bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd heye. Yilmaz wihat dirêjî da axaftina xwe: “Em ji vir bang li Wezareta Dadê dikin ku bila hiqûqa xwe bixin meriyetê. Em ê heta avakirina komareke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”   Wan   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya "Bila dawî li tecrîdê bînin" li ber Kampusa Girtîgeha Tîpa F a Wanê daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de pankarta "Deng bidin girtîgehan" hatin hilgirtin, hevserokên DEM Partiyê yên bajêr Gulşen Kurt, Veysî Dîlekçî, Hevserokê DBP'ê yê Bajêrê Harûn Okay, Parlamenterên Wanê Mahmut Dîndar, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Abdullah Zeydan, Meclisa Ciwanên DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdar bûn.   Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar li vir axivî û got, “Daxwaza me ew e ku Wezîrê Dadê van dayikan bibîne. Li hemberî van kiryarên dijhiqûqî bêdeng nemînin. Divê demildest tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk werin.”   Parlamenter Gulcan jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku divê îktîdar li gorî hiqûq û makeqanûna xwe tevbigere. Gulcan, diyar kir ku mexdûriyeta ku li Şemrex û Çinarê derket holê ji ber nêzîkatiya rayedaran bû û got: “Dema ax dibe Kurdistan helîkopter û ÎHA nikarin tevbigerin.”   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.   Mêrsîn   Li Mêrsînê bi pêşengiya xizmên girtiyan, li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê di çarçoveya çalakiyên "Deng bide azadiyê" de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku di hefteya 9’emîn de ye xizmên girtiyan pêşmalkên bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ser wan nivîsandî li xwe kirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan"  berz kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku heta tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî nebin wê çalakiyên xwe bidomînin.   Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Êlih   Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Êlihê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin. Xizmên girtiyan, nûnerên gelek saziyên sivîl û rêveberên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan pankarta "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê" vekirin.   Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, diyar kir ku tecrîda mutlaq a li girtîgehan didome û got: "Ji zû de ye ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan em tên cem hev. Em ê ji bo berxwedana ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahia girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye, her hefte li vir bin."   Piştî axaftinê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.   Edene   Li Edeneyê jî xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" de li ber Girtîgeha Kampusê ya Kurkçulerê kom bûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn.   Li ser navê girseyê Hevserokê AYKAY-DER'ê Mustafa Yildiz axivî. Mustafa Yildiz destnîşan kir ku demildest divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Navnîşana çareseriyê Îmralî ye."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.